Şaxên komeleya Yekmalê li bajarên Herford û Bielefeldê bi şahîyekê sersala Êzidîyan "Çarşema Serê Nîsanê" pîroz kirin. Şahî di 16ê Nîsanê de li bajarê Herfordê li avahiya Marta Herford Marta Hoch 2 hat lidarxistin.
Bernameya şahiyê bi axaftinên rêveberên herdû şaxan Zübeyde Polat û Murat Mang dest pê kir. Di axaftinên xwe de hevkarên me bixêrhatina mêvanan kirin, cejna Çarşema Serê Nîsanê li mêvanan pîroz kirin û spasiya Marta Herford Marta Hoch 2 kirin ji bo hevkariyê. Piştre li ser navê Marta Herford Marta Hoch 2, Anna Peplinski axivî û got: „Em kêfxweş in ku Yekmal li vir şahiyek wisa pêk tîne. Em hêvîdarin ku di pêşerojê de jî bi hev re bixebitin.“
Herweha xwendekarên Zanîngeha Bielefeld Azad û Aylîn li ser cejna Carşema Serê Nîsanê bi zimanê almanî axivîn û li ser vê cejnê û nasandina êzidîyan agahî dan.
Piştî axaftinan, ciwanên Kurd Awaz, Serhed û Irem tevî amûrên xwe yên Saz, Def û Gîtarê stranên Kurdî, Erebî, Tirkî, Ermenî û Almanî pêşkêş kirin. Em spasiya wan û hemû hevkar û mêvanên xwe dikin.