Di 17’ê Nîsanê de malbatên li Berlînê ji aliyê Navenda Malbatan a Rengînê ve ji bo pîrozkirina cejna sersala Êzidî “Çarşema Serê Nîsanê” hatin vexwendin.
Cejna sersala Êzidî ku jê re "Çarşema Serê Nîsanê" an jî "Çarşema Serê Salê" jî tê gotin li gor salnameya Êzidiyan dikeve meha Nîsanê. Li gorî mîtolojiya Êzidiyan, afirandina dinyayê di roja Çarşemê de temam bûye. Herweha ew roj bû ku serokê melekên Êzidî "Tawisî Melek" cara yekem hat ser rûyê erdê. Çarşema Serê Nîsane ne tenê sembola destpêka salê ye, di heman demê de semboleke jiyanê ye.
Di bernameya me de ji bilî danûstandinên civakî û muzîkê, danasînek li ser wateya cejnê û rêûresmên pêwendîdar hebû. Xwarinên kevneşop, kulîlk, hêkên boyaxkirî û Banzibar hatin amadekirin û bi civakê re hatin parvekirin. Em spasiya Nûrê ji Encumena Jinên Êzidî dikin ji bo pêşgotinê û Özgür û Vedat jî ji bo performansa wan a muzîkê.