30 Nîsan 2025 | Berlîn

Êdî Yekmal Navenda Malbatan a High-Deck'ê birêve dibe

Êdî Yekmal Navenda Malbatan a High-Deck

 

Bi salan e, komeleya Yekmalê xwedî Navenda Malbatan a Navçandî û Pirzimanî ya Rengînê ye li navçeya Kreuzbergê - Waldemarstraße 57. Ew der bûye xalek têkiliyê ya navdar ji bo malbatan û zarokan (bi taybetî zarokên heta 6 salî). Li vê navendê gelek derfetên Şêwirmendiyê, hevdîtin û perwerdehiya bêhtir hene.

Ji 1ê Nîsana 2025an pê ve, komeleya Yekmalê rêveberiya Navendeke din li navçeya Neuköllnê girtiye ser xwe. Ew jî Navenda Malbatan a High-Deck’ê ye li cadeya Hänselstraße 6 ku dikeve başûrê Sonnenallee. Li wê derê nêzîkî 6.600 niştecihên ji zêdetirî 30 welatan dijîn. Taybetmendiyeke navendê ew e ku ew nêzîkî dibistana Köllnische Heide ye û her du di heman avahiyê de ne.

Li Neuköllnê jî, armanca sereke ya xebata me ew e ku em piştgiriyê bidin zarokan di pêşveçûna wan de, dêûbavan di qada dêûbavtiyê û jêhatîyên wan ên rojane de û herweha malbatan bi tevahî. Em bi awayê pirzimanî û bi hişyariya li ser cudakariyê, ji bo komên berdeng ên cuda derfetên wekhev peyda dikin û bingehek ji bo hevdîtin û diyalogê ava dikin.

Em li hêviya hevkariya bi malbat û hevkarên herêmî re ne. Niha em bi tîmeke pispor a bihêz re li ser bernameyeke cûrbicûr a angebotan dixebitin ku em ê di demek nêzîk de li ser kanalên xwe yên medyaya civakî parve bikin.
 
Pêwendî

Familienzentrum High-Deck
Hänselstraße 6, 12057 Berlin
Koordination: Zilan Kößler und Sonja Galler
E-Mail: fz-highdeck@yekmal.d

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR