05 Gulan 2025 | Berlîn

Xala me ya Têkiliyê li Neuköllnê di 1ê Gulanê de

Xala me ya Têkiliyê li Neuköllnê di 1ê Gulanê de

 

Komeleya Yekmalê di 1ê Gulanê de beşdarî festîvala demokrasiyê ya "Kinderwelt am Feld" bû. Wê rojê hewa xweş bû, hejmareke zêde ya mêvanan hebûn.

Li standa me, derfeta zarokan hebû bişkokan çê bikin, navên xwe bi xetnivîsa Erebî hîn bibin û deqên xweş (tato) çê bikin. Di heman demê de, ji me re derfet çê bû ku li ser Ofîsa Qeydê û xebatên Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê û projeya Em bi hev re xurt in agahiyan pêşkêş bikin.

Di 21ê Gulanê de, em ê li Navenda Ciwanan a Wutzkyallee Workşopa Şanoya Forumê ji bo ciwanên ji 13 salî ve lidar bixin. (Ji bo Qeydê û agahiyên zêdetir: zusammen-stark@yekmal.de). Ji bo mezinan jî, emê di 12ê Gulanê de li Navenda Malbatan a High-Deck'ê de workşopeke Xweşnivîsiyê ya vekirî û hevdîtineke Dêûbavan lidar dixin. (Ji bo Qeydê û agahiyên zêdetir: anlaufstelle-nk@yekmal.de)

Her du çalakî bêpere ne û materyalên pêwîst dê bên amadekirin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR