Navendên me yên malbatan li Kreuzberg û Neuköllnê we vedixwînin "Roja Malbatan".
Bi boneya "Roja Navneteweyî ya Malbatan", gelek navendên malbatan ên Berlînê dê roja Pêncşemê, 15ê Gulana 2025an çalakiyan lidar bixin. Navenda Malbatan a Rengînê û Navenda Malbatan a High-Deck'ê ku girêdayî komeleya me ne, beşdarî van bernameyan dibin û ji bo nîvroyek xweş malbatan vedixwînin avahiyên xwe.
Navenda Malbatan a Rengînê
demjimêr 15:00an bernameya xwe dest pê dike û zarok û malbatan vedixwîne workşopeke dansê, koma gotûbêjê ya "Malbatên li Berlînê" (bi Kurdî). Tîma me ya Şêwirmendiya Ducaniyê jî xebatên xwe dide nasîn. Herweha em ji hevkariya xwe ya bi Curioso e.V. re kêfxweş in, ku dê ji bo zarokan di baxçeyê de hin çalakiyan pêk bîne.
Roj: 15ê Gulana 2025an
Dem: 15:00 - 18:00
Cih: Waldemarstr. 57, Berlin-Kreuzberg
E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: 030 206 79 610
Navenda Malbatan a High-Deckê
jî di heman rojê de Navend û xebatên xwe dide nasîn. Demjimêr 17:00ê êvarê Malbat dikarin giyayên dermanî kifş bikin, tevlî angebota me ya xweşnivîsiyê ya ji bo zarok û mezinan bibin. Herweha dikarin bi tîma Navenda Malbatan re hevdîtin bikin. Hin vexwarin jî tên pêşkêşkirin.
Roj: 15ê Gulana 2025an
Dem: 15:00 - 17:00
Cih: Hänselstr. 6, Berlin-Neukölln
E-Mail: fz-highdeck@yekmal.de
Tel.: 030 768 09 062
Navendên Malbatan ên Berlînê xalên têkiliyê yên giring in ku malbat dikarin gelek xizmetên piştgiriyê li wir bibînin. Şêwirmendiya dêûbavan û malbatan, kafêyên dêûbavan, çalakiyên li ser mijarên perwerdehî û kursên ji bo xurtkirina jêhatîyên dêûbavan û herweha çalakiyên afirîner ên ji bo zarokan di nav de ne.