20 Gulan 2025 | Essen | Kafêya Ziman

Êvara Aşpêjiyê li Kafêya ziman a Yekmalê

Êvara Aşpêjiyê li Kafêya ziman a Yekmalê

 

Di 15ê Gulana 2025an de, me bi tîma Kafêya Ziman û çend beşdaran re êvarek pir taybet derbas kir. Me seleteya kartolê bi çend awayên xweş ên Kurdî, Erebî û Almanî çê kir.

Curbicuriya reçeteyan rengvedana curbicuriya van mirovan bû ku wê êvarê li hev civiyabûn. Ne tenê me xwarin çê dikir, lê me di heman demê de em bi hev re axivîn, keniyan û gelek tişt ji hev fêr bûn.

Xala herî girîng a vê êvarê ew bû, di dawiyê de her kes li ser sifreyeke dirêj rûnîşt ku bi xweşî hatibû danîn da ku bi hev re xwarin bixwin û êvarê biqedînin. Atmosfer germ bû, xwarin xweş bû, birastî jî bihevrebûnek xweş bû.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR