21 Gulan 2025 | Kurdî | Essen

Roja Zimanê Kurdî li Essenê hat pîrozkirin

Roja Zimanê Kurdî li Essenê hat pîrozkirin

Di 16ê Gulana 2025an de şaxa me ya Essenê li avahiya Akademiya Perwerdehî û karûbarên Sosiyalê (ABS) Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.

Gelek Dêûbav bi zarokên xwe re hatin da ku beşdarî çalakiya me bibin. Di bernameyê de muzîka Kurdî hebû, çîrok bi Kurdî hatin xwendin û di pêşbirkek biçûk de xelat hatin dayîn. Beşdaran demek xweş derbas kir û piştre xwarin û vexwarinên sivik xwarin.

Herweha di dema şahiyê de me surprîzek mezin ragihand. Dê li Essenê dersa zimanê Kurdî li dibistana çaremîn bê vekirin.

Sal bi sal şahiya me ya Roja Zimanê Kurdî mezintir dibe. Em hêvî dikin sala bê hîn bêhtir mirov tevlî çalakiya me bibin û civata me berdewam di mezinbûnê de be.

Em wek komeleya xwe serbilind û kêfxweş in ku em dikarin çalakiyek wisa pêk bînin û bi awayekî ewqas baş were pêşwazîkirin.

 

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR