Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de şaxên Herford û Bielefeldê yên komeleya Yekmalê Pêşangeha Wêneyan a bi navê „Ji Tariyê ber bi Ronahiyê - Hêviya TAWISÎ MELEK“ vekir. Paşangeh li Muzeya Herford Marta Hoch2 bi piştgiriya darayî ya Saziya li Dijî Nijadperestî û Rastgiriya Tundrew NRWeltoffen hat lidaxistin.
Di pêşangehê de 16 wêneyên Wênekêşê Rojnamevanî yê Kurd Rawand Jawad Smail tên nîşandan. Ew bi kameraya xwe awirên bêhêvî yên êzidiyan kişandiye ku ji kampan li cîhanê dinêrin û li benda alîkariyê ne. Wêneyên wî dikarin bibin "dengek ji bo hawara wan".
Pêşangeh di roja 16ê Gulanê de demjimêr 16:30an bi axaftina berdevka Marta Herford Marta Hoch 2 Anna Peplinski hat vekirin. Xanima Peplinski got: „Em kêfxweş in ku bi Yekmalê re xebatek wisa organîze dikin. Em hêvîdarin di pêşerojê de jî bi hev re bixebitin.“
Li ser navê şaxa Yekmalê ya Bielefeldê hevkara me Zerife Hussein bixêrhatina mêvanan kir û got „Bi van wêneyan em dixwazin jenosîda li hemberî êzidiyan nîşanî we bidin. Em spasiya Rawand Jawad dikin ji bo kişandina wêneyan.“
Hevkarê me ji şaxa Herfordê Murat Mang di axaftina xwe de Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û spasiya Muzeya Marta Hoch 2 û Saziya NRWeltoffen kir ji bo hevkarî û piştgiriya wan.
Wênekêşê Kurd Rawand Jawad Smail jî li ser wêneyên xwe axivî û got „Piştî êrîşa DAISê ya sala 2014an bo ser êzidiyên Şengalê, min wêne li van kampan kişandin ku Êzidî wek koçber lê diman.“
Di dawiya merasîma vekirina pêşangehê de, hunermend Awaz bi muzîk û dengê xwe bernameya me zengîntir kir, em gelek spasiya wî dikin.
Dema ku ew wêne werin firotin, dahata wê emê bidin projeyên Înîsiyatîva ji Kurdistanê re Hêvî û Aşitî ya li Bielefeldê. Ev bexşîn dê di xebatên çêkirina Parka Zarokan li Şengalê û Navenda Keskesora Alan (Waisenhaus) li Kobanê were bikaranîn.
Pêşangeh dê heta 6ê Hezîrana 2025an vekirî bimîne.
Rojên Sêşem - Yekşem û rojên betlaneyê
Dem: 11:00 - 18:00 (Çarşem 11:00 - 20:00)
Cih: Marta Hoch 2, 2.OG Marta Herford / Goebenstr. 4/10, 32052 Herford