26 Gulan 2025 | Kurdî | Berlîn

Gotûbêja li ser dersên Kurdî li dibistanên Berlînê

Gotûbêja li ser dersên Kurdî li dibistanên Berlînê

 

Di 16ê Gulanê de bi helkefta Roja Zimanê Kurdî me bi hevkariya komeleyên civata kurdên Berlînê bi awayê forûma vekirî hevdîtinek pêk anî. Rojeva sereke ya forûmê, rewşa heyî û perspektîvên pêşeroja dersên Kurdî li dibistanên Berlînê bû.

Moderatorê forûmê Şerif Derince rêveberê Akademiya Yekmalê bû. Di destpêkê de Hüseyin Taşan serokê Civata Kurd li Berlîn-Brandenburgê, Günay Darici rêvebera giştî ya Yekmalê, Remziye Uykun kordînatora Tora BEFaNê û Haydar Deniz mamostayê Kurdî û endamê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê axivîn. Axaftinên wan bingehek baş amade kir ji bo gotûbêjeke jîndar û bikêr di navbera berpirsiyarên rêxistinên civata kurdan, dêûbav, lêkolîner, mamosta û çalakên zimanê Kurdî de.

Di dawiya forûmê de biryar hat dayîn ku komeke xebatê were avakirin da ku stratejî û hewildanên hevpar ên pêşvebirina ziman, nasname û çanda Kurdî pêş bixin û dengê civaka Kurd li Berlînê xurtir bikin. Herweha Tora BEFaNê jî dê li ser damezrandina komeke din ya xebatê  nîqaş bike bi armanca pêşvebirina dersên zimanê dayikê ji bo hemû zimanan di dibistanên Berlînê de.

Ji sala 2019ê ve xwendekarên Kurd li Berlînê dikarin zimanê Kurdî li dibistanan hîn bibin. Di destpêkê de dersên Kurdî bi kurmancî dest pê kirin û paşê jî bi kirmanckî/zazakî hatin berfirehkirin. Ev gava girîng bi hewl û xebata mezin a gelek rêxistinên civata Kurd û kesên dilsoz ji bo zimanê Kurdî hatibû avêtin. Ji ber vê yekê girîng e ku civata Kurd bi berdewamî ji bo parastin, pêşvebirin û zêdetir xuyakirina dersên Kurdî li dibistanên Berlînê çalak be.

Di forûma me de ev rêxistin amade bûn:

  • Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal e.V.)
  • Akademiya Yekmalê gGmbH
  • Tora BEFaN'ê
  • Yekîtiya Mamosteyên Kurdî li Almanyayê (YMK)
  • Înstîtutê Ziwan û Kulturê Kirmancî (Zaza) - IKK
  • Înstîtutê Kurdî ji bo Zanist û Lêkolînê (Berlîn)
  • Civata Kurd li Berlîn-Brandenburgê
  • Navenda Kurdî
  • Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî
  • Civata Elewiyên Berlînê

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR