27 Gulan 2025 | Berlîn

Çalakiya ''Welcome-Baby'' li Navendên Malbatan

Çalakiya

 

Malbatên ku temenê zarokên wan heta dibistana seretayî ne, dikarin li Navendên Malbatan ên Yekmalê li Berlînê, di karûbarên jiyana rojane ya malbatê de gelek derfetên danûstandin û piştgiriyê bibînin.

Di vê çarçoveyê de, roja 21ê Gulana 2025an çalakiyek taybet bi sernavê "Welcome Baby / Bi xêr hatî Bebek'' hat lidarxistin. Ev çalakî bi taybetî ji bo dê û bav û malbatên bû ku pitikên wan hene an li bendê ne. Armanc ew bû ku em rajeyên xwe bidin nasîn û gihîştina şêwirmendî û agahdariyê hêsan bikin – bi taybet di aliyê alîkariya zû-dem de.

Li herdu navendên malbatî yên Rengîn û High-Deck ên girêdayî Yekmalê de, malbatên ciwan jî derfet dîtin ku di atmosferek rihet de li ser şêwirmendiya me ya ducaniyê û bernameya mehane ya herdu navendan hayîdar bibin.

Şêwirmendiya Navçandî ji bo Jinên Ducan a Yekmalê bi awayek hestyar li gor pirzimanî û çandî li ser ducaniyê, jidayîkbûn, lênêrîna tendirustiyê, xwarin, pirsgirêkên qanûnî û rajeyên piştgiriyê di dema zehmetiyên ducaniyê de agahiyan pêşkêş dike. Armanc ew e ku malbat di destpêkê de xurt bibin û rewşên jiyanê yên takekesî werin berçavgirtin.

Em spasiya hemû malbatan dikin ji bo eleqeya wan û li benda çalakiyên pêşerojê ne!

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR