Di çarçoveya Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî li Berlînê de, em we bi kêfxweşî vedixwînin gotûbêja li ser romana "Qal" a nivîskarê Kurd Hesen Ildiz. Nivîskar bixwe jî wê beşdarî gotûbêjê bibe û pirsên we bibersivîne.
Romana Qal a ku di sala 2019an de derketiye, berhemek girîng e di wêjeya kurdî ya nûjen de. Ildiz di vê romanê de çîroka R. Baran, mirovekî ku di nav qeyranên hebûnê de girtî ye, vedibêje. Di romanê de lêgerîna wateya hebûnê, evînê, nakokiyên di navbera kes û civakê û pîvanên civakî de tên vegotin.
Roj: Duşem, 02. Hezîran 2025
Dem: 18:00 - 20:00
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê - Waldemar str. 57, 10997 Berlin
Ziman: Kurdî (Kurmancî)
Em bi hêviya dîtina we ne!