Di navebra 7ê Gulanê heta 27ê Hezîranê de, yekemîn kursa MiA'yê ya sala 2025an li şaxa me ya Essenê bi sernavê "Ez li vir im!" pêk hat.
MiA-Kurs kurseke bihêzkirin û axaftina bi zimanê Almanî ya di asta seretayî de ye ku bi taybetî ji bo jinan hatiye amadekirin. Armanca wê ew e ku serxwebûn û jêhatîbûna zimanî ya jinan xurt bike û jiyana rojane ya li Almanyayê ji bo wan hêsantir bike.
Kurs ji aliyê jinan ve ji bo jinan tê pêşkêşkirin. Ev kurs ji bo danûstandin, piştgirî û bi hev re fêrbûnê cîhek ewle diafirîne. Rêvebera kursa me Hülya Ciğerli, di çarçoveya kursê de di du geştan de ji bo Muzexaneya Folkwang û Pirtûkxaneya Bajarê Essenê rêberiya beşdaran kir.
Herweha me bi beşdaran re rahênanek pêk anî ku tê de hevparên axaftinê hatin guherandin da ku beşdar bêhtir çalak bibin û dersê zindîtir bikin.