02 Tebax 2025 | Nêrîn

3ê Tebaxê - Bîranîna Jenosîda li dijî Êzidiyan

3ê Tebaxê - Bîranîna Jenosîda li dijî Êzidiyan

Bild: picture-alliance/Y. Akgul

3ê Tebaxê salvegera destpêkirina jenosîda li dijî Êzidiyan e ku di sala 2014an de li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve pêkhat. Bi hezaran kes hatin kuştin, revandin, kolekirin û civaka Êzidî êşên bêhempa kişandin. Ev jenosîd bîranînek mayînde ya têkçûna civaka navneteweyî ye.

Komeleya Yekmalê qurbaniyan bi bîr tîne û hevxemiya xwe bi kesên rizgarbûyî û malbatên wan re diyar dike. Parastin, naskirin û rûmeta civaka Êzidî divê her dem were garantîkirin.

Em bi tundî vegerandina malbatên Êzidî ji Almanyayê şermezar dikin. Ev pêkanîn li dijî berpirsiyariya dîrokî û mirovahiyê ye. Pêdiviya Civaka Êzidî bi ewlehî, perspektîv û pêşerojekê ye - ne trawmayek nû.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)

02ê Tebaxa 2025an

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR