Hûn dixwazin Kurmancî hîn bibin? Ango hûn Kurmancî dizanin, lê dixwazin xwe di warê nivîsandin, xwendin û axaftinê de bi pêş bixin? Wê demê serdana kursên me yên fêrbûna Kurmancî bikin.
Akademiya Yekmalê bi hevkariya Navenda me ya Malbatan a Rengînê li Berlînê ji asta destpêkê heya asta pêşketî Fortgeschrittenenstufe (A1, A2, B1, B2, C1) kursên fêrbûna Kurmancî li dar dixe.
Ev rêzekurs ji bo kesên ku qet kurmancî nizanin heya yên ku dixwazin di asta navîn û bilind a xwendin û nivîsandinê de kurmancî hîn bibin û di karê xwe de bikar bîninin, guncav e. Kursên me ji aliyê mamostayên xwedan tecrube û pîşeyî ve têne dayîn. Di dawiya kursa çar mehî de, xwendekar dikevin ezmûnekê û sertîfîkayê werdigirin.
Destpêk: Cotmeha 2026an
Demên kursan: Dê di demek nêzîk de werin ragihandin.
Xercê kursê: 225 € (ji bo mesrefên fotokopîkirin û rêvebirinê ye)
Ji bo xwendekaran: 125 €
Hemû kurs li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstraße 57, 10997 Berlin tên lidarxistin.
Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne
Me bişopînin li ser
Em çerezan bikar tînin da ku serdanên malpera xwe bişopînin, em tu hûrguliyên kesane hilînin. Bi mayîna li ser malperê hûn razîbûna xwe bi polîtîkaya meya cookie-yê digirin.