12 Îlon 2025 | Kursa ziman

Kursa Kurdî (Kurmancî) A1-C1

Hûn dixwazin Kurmancî hîn bibin? Ango hûn Kurmancî dizanin, lê dixwazin xwe di warê nivîsandin, xwendin û axaftinê de bi pêş bixin? Wê demê serdana kursên me yên fêrbûna Kurmancî bikin.
 
Akademiya Yekmalê bi hevkariya Navenda me ya Malbatan a Rengînê li Berlînê ji asta destpêkê heya asta pêşketî (A1.1, A2.1, B1.1, B2.1, C1.1) kursên fêrbûna Kurmancî li dar dixe. 
 
Ev rêzekurs ji bo kesên ku qet kurmancî nizanin heya yên ku dixwazin di asta navîn û bilind a xwendin û nivîsandinê de kurmancî hîn bibin û di karê xwe de bikar bîninin, guncav e.
 
Kursên me ji aliyê mamostayên xwedan tecrube û pîşeyî ve têne dayîn. Di dawiya kursa sê mehî de, xwendekar dikevin ezmûnekê û sertîfîkayê werdigirin.

 Ast Destpêk Dawî Roj Demjimêr
 A1.1 06.10.2025 02.02.2026 Her Duşem 18:00 - 20:00
 A2.1 08.10.2025 04.02.2026 Her Çarşem 18:00 - 20:00
 B1.1 09.10.2025 05.02.2026 Her Pêncşem 18:00 - 20:00
 B2.1 08.10.2025 04.02.2026 Her Çarşem 18:00 - 20:00
 C1.1 07.10.2025 02.02.2026 Her Duşem 18:00 - 20:00


Bihayê kursê: 150 Euro (ji bo xwendekaran 50% erzanî)

Pêwendî

E-Mail: sprache@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 81797365
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê: Waldemarstr. 57, 10997 Berlin

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser