Hûn dixwazin Kurmancî hîn bibin? Ango hûn Kurmancî dizanin, lê dixwazin xwe di warê nivîsandin, xwendin û axaftinê de bi pêş bixin? Wê demê serdana kursên me yên fêrbûna Kurmancî bikin.
Akademiya Yekmalê bi hevkariya Navenda me ya Malbatan a Rengînê li Berlînê ji asta destpêkê heya asta pêşketî Fortgeschrittenenstufe (A1.1, A1.2, B1.1, C1.2) kursên fêrbûna Kurmancî li dar dixe.
Ev rêzekurs ji bo kesên ku qet kurmancî nizanin heya yên ku dixwazin di asta navîn û bilind a xwendin û nivîsandinê de kurmancî hîn bibin û di karê xwe de bikar bîninin, guncav e. Kursên me ji aliyê mamostayên xwedan tecrube û pîşeyî ve têne dayîn. Di dawiya kursa çar mehî de, xwendekar dikevin ezmûnekê û sertîfîkayê werdigirin.
Destpêk: 18ê Nîsana 2026an
Demên kursan:
A.1.1 Her Sêşem, 18.00-19.45
A.1.2 Her Duşem, 18.00-19.45
B.1.1 Her Çarşem, 18.00-19.45
C.1.2 Her Yekşem, 13.00 -15.00
Xercê kursê: 150 € (ji bo mesrefên fotokopîkirin û rêvebirinê ye)
Ji bo xwendekaran: 100 €
Hemû kurs li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstraße 57, 10997 Berlin tên lidarxistin.