16 Îlon 2025 | Essen

Li Essenê gotûbêj li ser alîkariya ciwanan hat kirin

Li Essenê gotûbêj li ser alîkariya ciwanan hat kirin

 

Di 5ê Îlona 2025an de, di çarçoveya „Hefteya Alîkariya Perwerdehiyê ya NRW“ de îvênta "Siyaset li gel pratîkê ye" li hola Şanoya Katakomben a Essenê hat lidarxistin. Yekmal Essen jî di nav de, ev xebat ji aliyê heşt rêxistinên cuda yên ku di qada Alîkariya zarok û ciwanan de kar dikin û li Paritätischer Wohlfahrtsverband endam in, bi hev re hat plankirin û organîzekirin.

Rasterast derfet ji ciwan, malbat, pispor û nûnerên komeleyên alîkariya ciwanan re çê bû ku bi siyasetmedarên herêmî yên ji partiyên CDU, SPD, Kesk û Partiya Çep re gotûbêj bikin. Di nav siyasetmedarên beşdar de Dirk Kalweit (CDU), Jan Flügel (CDU), Simone Oostland (CDU), Frank Müller (SPD), Silas Haake (Kesk) û Moritz Brinkert (Partiya Çep) hebûn.

Di gotûbêjan de, axaftin li ser ezmûn, alingarî û daxwazên ji pratîkê hatin kirin. Mijarên wek alîkariya ciwanan li wargehan, zehmetiyên alîkarîkirina malbatê, piştgiriya seyar û pirsgirêkên pêkhateyî di rojevê de bûn.

Tîma Yekmalê ya Essenê jî amade bû û bi awayekî çalak beşdarî nîqaşan bû. Derî vebû ku perspektîvên pratîkî û herweha nêrînên pispor û malbatên ku komeleya me bi wan re dixebite, werin nav gotûbêjê. Armanc ew bû ku dengên ji partîkê di serdema bê ya hilbijartinê de, di nava siyaseta herêmî de werin dîtin.

 


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR