14 Hezîran 2024 | Essen

Yekmal Essen mêvandariya civîna Tora MSO dike

Yekmal Essen mêvandariya civîna Tora MSO dike

 

Em kêfxweş bûn bi mêvandarîkirina civîna Tora Rêxistinên Koçberan (MSO) û Saziyên Perwerdehiyê yên li ”Bezirk III” ya bajarê Essenê.
Civîn di 11ê Hezîrana 2024an de li şaxa me ya li Essenê hat lidarxistin. Yekmal Essen ji destpêkê ve endama vê Torê ye ku platformeke ji bo rêxistin û însiyatîfên koçberan bi rêberiya Encumena Koçberan a Essenê, ajansên entegrasyonê yên Diakoniewerk û AWO û herweha dezgeha entegrasyonê ya bajêr.

Piştî pêşkêşiya Yekmalê, nûnerên rêxistinên koçberan, encumenên refahê, bajar, saziyên alîkariya ciwanan, zanîngeh û dibistanan li ser pirsa ”emê çawa bikaribin bi angebotên xwe yên ziman û perwerdehiya dêûbavan xwe bigihînin hejmareke mezin a malbatan” gotûbêj kirin.
Em ji bo danûstandina bi coş spasiya hemu beşdaran dikin.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR