Pirzimanî hem xezîneyek hem jî rastiyek e bi taybetî di jiyana me ya Berlînê de. Lê belê ev yek bi heman awayî ji aliyê axaftvanên zimanên cuda nayê ezmûnkirin. Ji bo ku em baştir fehm bikin û fikreke me yê zanistî di derbarê pirzimanî di malbat, hêlîn û dibistanê de hebe, em li ser vê mijarê rapirsîneke berfireh bi dêûbavan re pêk tînin. Ev proje bi hevkariya Tora BEFaNê û Akademiya Yekmalê pêk tê. Encamên rapirsînê roja 26ê Îlona 2024an di çarçoveya Roja Pisporiyê ya BEFaNê de dê werin parvekirin.
Rapirsîn ji bo wan dêûbavan e ku bi xwe an jî malbatên wan koçî Almanyayê kirine û herî kêm zarokek wan diçe hêlînekê an jî dibistaneke Berlînê.
Rapirsîn bi 15 zimanan hatiye amadekirin û ji bo bersivdanê tenê çend deqe pêwîst in.
Beşdarbûna we girîng e ji ber ku nêrîna we ji me re dibe alîkar da ku em pêdivî û zehmetiyên di derbarê pirzimaniya di hêlîn û dibistanan de baştir nas bikin.
Ji kerema xwe beşdar bibin û dengê xwe bidin!
https://yekmal.limesurvey.net/649752
Çiqas zêdetir dêûbav beşdar bibin, em ewqas baştir dikarin nûnertiya berjewendiyên hemû malbatan bikin. Ji kerema xwe rapirsînê bi dêûbavên din, endamên malbatê û hevalên xwe re parve bikin.
Spas ji bo piştgiriya we!