20 Hezîran 2024

20ê Hezîranê, Roja Cîhanî ya Penaberan

20ê Hezîranê, Roja Cîhanî ya Penaberan

 

20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberan e. Bi helkefta vê rojê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand, dawiya sala 2023an 117,3 Mîlyon mirov di penaberiyê de ne. Ev hejmar di sala 2024an de gihiştiye 120 mîlyonan. Ev di demekê de ye ku welatên herî dewlemend ên pîşesaz, hewl didin ku mafê penaberiyê sînordar bikin.

Nêzîkî 58% ji penaberan wek penaberên navxweyî tên binavkirin ku di sînora welatên xwe de li pey jiyanekî ewle digerin. Rêjeyek din a bilind direvin welatên cîran, ku ew welat jî bi piranî xizan in û rewşa wan a siyasî ne ewle ye. Hejmareke hindik a xelkê dikarin cîhek ewledar û bi şert û mercên mirovahî ji xwe re bibînin.

Em jî wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V. dixwazin di vê rojê de penaberên Kurd ên ku ji ber çewisandin, dersînorkirin û dîskrîmînasyonê ji welatê xwe derketine, bibîr bînin. Civakên bêdewlet di nav komên mirovên herî mexdûr de ne û herî zêde ji çewsandin û derbederiyê bandor dibin. Mînakên herî dawî jî Jenosîda li hember Êzîdiyan li Iraqê, sirgûnkirina sîstematîk a gelê Kurd li Sûriyê û çewisandina kurdan ji aliyê rejîmên Îranê û Tirkiyê ne.

Di Roja Cîhanî ya Penaberan de em bi taybetî bang li Komara Federal a Almanyayê dikin ku rewşa taybet û çewisandina gelê Kurd nas bike. Em bi bîr tînin ku mafê penaxwaziyê li Almanyayê sermayeyeke binirx a destûrî ye, ku ji bo hemû penaberan derbas dibe.

Yekmal e.V.
20ê Hezîrana 2024an

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR