Remziye Uykun, kordînatora Tora BEFaNê li komeleya Yekmalê di hevpeyvînekê de bi #WahlheYmat re li ser ne-wekheviyên pêkhateyî di pergala perwerdehiyê de, pirzimanî wekî çavkaniyek civakî, herweha alingariyên siyasî yên ku rêxistinên koçberan li Berlînê pê re rû bi rû dimînin, diaxive.
Komeleya Yekmalê rêxistineke Kurdî ya xwedî zimanekî bêdewlet e ku bi xwe jî ji aliyê marjînalîzasyona pêkhateyî ve bandor dibe. Ev yek jî di strukturên fînansekirinê yên newekhev de, çavkaniyên sînorkirî û nebûna naskirina sazûmanî de diyar e.
Bêyî piştgiriya darayî ya pêbawer û demdirêj ji bo rêxistinên koçberan û torên koçberan ên wekî BEFaN, wekheviya perwerdehiyê wek sozek siyasî dimîne. Di heman demê de, pêkhateyên civaka sivîl ên ku her roj piran ava dikin, beşdarbûnê çalak dikin û cîhên demokratîk vekirî dihêlin, di bin fişaran de ne.
Spasiyek mezin ji WahlheYmat re ji bo vê platforma girîng.
#WahlheYmat, perspektîvên mirovên bi paşxana koçberiyê dide xuyakirin, ji bo nîqaşên siyasî yên di nav civakê de cîh diafirîne, herweha beşdariya demokratîk di civakek bajarî ya cihêreng de xurt dike.
Hûn dikarin hevpeyvînê bi zimanê Îngilîzî li ser vê lînkê bixwînin: