Em bi germî we vedixwînin civîna yekem a koma xebatê ya bi sernavê "Xebata dêûbavan a hestiyar li hember cudakarî û nijadperestiyê".
Ev kom derfetekê ji bo danûstandin û gotûbêjên li ser rêbazên beşdariya dêûbavan a li gor hoşmendiya pirrengî, bi kesên pispor re ava dike. Rêbaz bi hev re tên pêşxistin da ku zanîna nû bi awayekî pratîkî were bicîhikirin.
Bîrokeya avakirina vê koma xebatê, encama hevkariya di navbera rahênerên dêûbavan û Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) ye. Em bi hev re beşdarî du workşopên li ser mijarê bûn ku ji aliyê Sezen Çakmak ji Beşa Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha TU Berlin ve dihat birêvebirin. Em dixwazin li ser van ezmûnan zêdetir kûr bibin û lêkolînê bikin.
Roj: 27ê Sibata 2026an
Demjimêr: 9:30
Cîh: Bi awayek serhêl li ser ZOOMê
Ji bo beşdarbûnê, ji kerema xwe bi rêya vê E-Mailê xwe qeyd bikin: wirkt@yekmal.de
Em dê pir kêfxweş bin bi beşdariya we.