Em kêfxweş in ku bernameya Dibistana Şemiyê ya Yekmalê ya Zivistan û Bihara 2026an bi we re parve dikin û ji dil we vedixwînin ji bo beşdarbûnê. Demsala me ya nû di 14ê Sibata 2026an de dest pê dike û heta 20ê Hezîrana 2026an berdewam dike.
Dibistana Şemiyê projeyeke komeleya Yekmalê ye ku ji aliyê Akademiya Yekmalê û Navenda Malbatan a Rengînê tê birêvebirin. Em dixwazin bi riya çalakiyên cur bi cur ziman û çanda kurdî hînî zarokên kurd li Berlînê bikin. Çalakiyên me ji dersên ziman, kargehên huner û dersên muzîkê pêk tên.
Projeya Dibistana Şemiyê xwedî rêbazeke giştî ya hînbûna ziman e ku hînkirina ziman bi çalakiyên çandî û hûnerî ve girê dide. Bi vî awayî alîkariya zarokan dike hem ji bo pêşvebirina ziman, hem jî ji bo feraseteke kûr a çanda kurdî.
Dibistana Şemiyê ya Yekmalê herweha dibe alternatîvek ji bo zarokên ku nikarin beşdarî dersên kurdî di dibistanan de bibin.
Bernameya projeyê bi taybetî ji bo sê komên zarokan e:
1) Zarokên Pêşdibistanê (4-5 salî): Zanîna kurdî ne şert e.
2) Xwendekarên Destpêkê yên Dibistanê (6-7 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.
3) Xwendekarên Navîn (8-10 salî): Zanîneke destpêkê ya kurdî dê baş be, lê ne ferz e.
Roj: di mehê de du caran - roja Şemî
Demjimêr: 11:00 - 13:45
Qeyd û Bername
Ji bo beşdarbûnê, ji kerema xwe bi rêya vê lînkê zarokên xwe qeyd bikin: https://eveeno.com/322802607
Pêwendî
E-Mail: sprache@yekmal-akademie.de
Tel.: 030 206 79 610
Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berlin