26 Sibat 2026 | Berlîn | Navenda Malbatan

Bernameya „Griffbereit“ ya ji bo dêûbav û zarokan ji nû ve dest pê bike

Navenda me ya Malbatan a Rengînê dê bernameya xwe ya duzimanî ya ji bo dêûbav û zarokan „Griffbereit“ di 4ê Adara 2026an de ji nû ve dest pê bike.

Bi tîma me ya nû Lava & Felicitas re, em malbatên xwedî zarokên 3-6 salî vedixwînin bernameya xwe ya bi hev re dîlan, stran û lîstin a bi zimanê Kurdî û Almanî.

Ev çalakî ku bêpere, ne tenê ji bo lebat û lîstikan e, di heman demê de em dixwazin piştgiriyê bidin malbatan ji bo pêşxistina jiyana rojane ya pirzimanî, ezmûnkirina ziman bi rêya lîstikan, bihêzkirina girêdana di navbera dêûbav û zarokan de, herweha afirandina cîhek ji bo danûstandina di navbera dêûbavan de.

Werin tevlî me bibin û bi me re piştînîvroyên xweş û afirîner ên ku ziman pêşdixin û derfetên ji bo têkiliyê pêşkêş dikin, derbas bikin.

Ji bo agahiyên zêdetir û qeydkirinê:

familie@yekmal.de

+49 30 206 79 610

 

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser