Hemû rojên şemiyê du mamostayên dîlanê yên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê we vedixwînin kursa dîlanê ya bêpere. Ev kurs bo kesên ji 15 salî jortir e ku dixwazin dîlanên gelêrî yên herêma Efrînê hîn bibin. Ne pêwîst e hûn xwe qeyd bikin, hema keremkin!
Ev kurs derfeteke hevdîtinê ye ku mirovên ji nifşên cuda dikarin bi hev re têkilî daynin û bi hev re tevbigerin. Li vir komeke dîlanê ya bêhempa derdikeve holê ku ne tenê dîlanê dike, lê di heman demê de bi awayekî civatî dijî.
Koma dîlanê bi rêkûpêk di çalakiyên ku ji aliyê komeleya Yekmalê ve tên lidarxistin û çalakiyên din ên çandî de performansê pêşkêş dike, kêfa xwe ya dîlanê û cihêrengiya çanda Kurdî di qadek berfireh de bi temaşevanan re parve dike. Bi hev re, em cîhek zindî diafirînin ku hem ji bo dîlangerên destpêker û hem jî yên xwedî ezmûn guncav e. Li ser vê bingehê em her kesî vedixwînin da ku bi rêya dîlanê bi kevneşopiyeke dewlemend ve werin girêdan.
Werin tevlî me bibin, bi me re dîlanê bikin û bibin beşek ji vê civatê!
Roj: ji Nîsana 2026an vir ve – her Şemî
Dem: 17:00 – 19:00 Uhr
Pêwendî
Rêveber: Ajo Amin
E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.: 030 206 79 610
Cîh: Navenda Malbatan a Rengînê
Waldemarstr. 57, 10997 Berlin