Berî hilbijartina îsal ya Berlînê, komeleya Yekmalê daxwaznameyek pêşkêşî partiyên demokratîk ên li Berlînê kir. Di daxwaznameyê de, daxwazên sereke yên ji bo zêdetir pêşxistina dadperweriya perwerdehiyê, pirzimanî û mafên civata Kurd hatine destnîşankirin.
Em balê dikişînin ser alingariyên heyî û ji bo guhertinên siyasî yên berbiçav helwêsta xwe diyar dikin.
Em wekî rêxistineke xweser a koçberan bi ezmûna xwe ya bi salan di qadên perwerdehiyê û xebatên malbatan de, pabendî beşdariya wekhev a mirovên bi paşxana koçberiyê ne. Bala me li ser naskirina pirzimanî di pergala perwerdehiyê de, kêmkirina cudakariyê û beşdariya siyasî ya rêxistinên koçberan e.
Hûn dikarin Daxwaznameyê bi Almanî li vir bixwînin!