Bi boneya 15ê Gulanê – Roja Zimanê Kurdî, Navenda Malbatan a „Malbat“ê bi hevkariya projeya me ya ''Wirkt!''ê, roja 19ê Gulana 2026an çalakiyek lidar xist. Dêûbav û zarokan bi hev re li kurtfîlmek temaşe kirin ku Zaroxaneya me ya Pîyayê li Weddingê ji bo cejna Newrozê amade kiribû.
Piştî bi hev re xwarinê, derfeta hevdîtin, danûstandin û sohbetên kesane çê bû. Dê û bavan çîrokên jiyana xwe parve kirin û welat û bajarên xwe li ser nexşeyek hevpar nîşan dan.
Vê çalakiyê bal kişand ser cihêrengiya çandî û girîngiya zimanê Kurdî, di heman demê de nihêrînek zindî li ser ezmûn û perspektîvên mirovên ku îro li Wedding dijîn, pêşkêş kir.