Komên me yên projeya Tembûr û Govendê li Mainzê bi helkefta hatina betlaneya havîna 2024’an konserek pêşkêş kirin. Dêûbav, xwişk û birayên zarok û ciwanên ji her du projeyên me û gelek malbatên din ên eleqedar amade bûn.
Koma Tembûrê karî tevî muzîkê bi çend zimanan stranan pêşkêş bike bi taybet bi Kirmanckî û Kurmancî. Koma me ya Govendê jî bi awayekî serkeftî dîlanên ji çanda me ya Kurdî pêşkêş kir.
Kelecaniya zarok û ciwanan pir mezin bû. Dê û bavan ew bi çepikan teşwîq kirin. Vê yekê zarok û ciwan hîn bêhtir bi kelecan kir daku bi disîplîneke mezin hunerên xwe pêşkêş bikin.
Mamostayê Tembûrê Zana Dursun jî çend berhemên muzîkê pêşkêşî malbatan kirin û tevî wî dê û bavên li wir stran gotin.
Em spasiya tîma dilxwaz a şaxa Yekmalê ya Mainzê, mamostaya me ya Govendê Zîlan Ay û mamostayê me yê Tembûrê Zana Dursun dikin ji bo keda wan a mezin. Spasiyek taybet jî ji bo zarok û ciwanên me ku bi awayek serkeftî konsera xwe pêşkêş kirin.
Herweha em spasiya Wezareta Perwerde û Lêkolînê ya Almanyaya Federal dikin ji bo piştgiriya wan ji zarokên me re.
Em bi hêviya gelek konserên din ên mezin in.