Di 1ê Tîrmeha 2026an de, me bikêfxweşî li Navenda xwe ya Malbatan a High-Deckê pêşwaziya Senatorê Darayî Stefan Evers û nûnerên Rêveberiya Navçeya Neuköllnê kir. Serdana wan beşek bû ji gera taxê ya li navçeya Neuköllnê.
Mêvanên din Janine Wolter, berpirsa Perwerde, Çand û Sporê li encûmena navçeyê ku niha nûnertiya karê Ciwanan jî dike, herweha Gerrit Kringel, berpirsê Rêkûpêkiya Giştî li encûmena navçeyê û Cîgirê Şaredarê Navçeyê bûn. Serdana wan bi rêberiya rêvebera Saziya Ciwanan Katrin Dettmer bû.
Di hevdîtinê de em bi hev re li ser xebatên ji malbatên xwedî zarokên 0 û 6 salî, girîngiya piştgiriya zarokên biçûk, perwerdehiya malbatan û tenduristiyê axivîn. Di heman demî de em li ser pêşveçûna High-Deckê, alingariyên wekî xizanî û dezavantajên civakî, lê di heman demê de guhertinên erênî axivîn ku bi riya xebata berdewam a civak û malbatê ve gengaz dibin.
Rêvebera Navenda Malbatan a High-Deckê Sarah Zilan Kößler nêzîkatiya perwerdehiyê ya Navenda Malbatan pêşkêş kir. Xalên sereke ev bûn; Xurtkirina hevgirtina malbatê, beşdarbûna çalak a bavan, dabînkirina cihên ewle ku malbat tê de werin hêzdarkirin da ku jêhatîyên xwe û dêûbavtiyê pêşve bibin. Navenda Malbatan bi zaroxaneyan, dibistanan, dayikan û gelek rêxistinên hevkar re ji nêz ve dixebite. Ew wek pirekê di navbera malbatan, hikûmet û civaka sivîl de kar dike. Di bersiva pirseke Senatorê Darayî Stefan Evers de li ser pêdiviya herî girîng a piştgiriya siyasî, Kößler tekez kir ku pêdivî bi piştgiriya darayî ya demdirêj ji bo xebata civakî heye.
Em spasiya vê şandeyê dikin ji bo serdana wan û ji nêz ve dîtina xebatên me. Serdan girîngiya danûnastanina rasterast di navbera politîk, hikûmet û saziyên herêmî de destnîşan dike da ku bi hev re çareseriyên domdar ji bo malbat û zarokan pêşve bibin.