16 Tîrmeh 2024 | Berlîn

Şahiya mezûnbûna projeyeke çandî li Navenda Malbatan a Rengînê ya li Berlînê

Şahiya mezûnbûna projeyeke çandî li Navenda Malbatan a Rengînê ya li Berlînê

 

Roja Şemî ya borî 6ê Tîrmeha 2024, li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê, di çarçoveya bernameya bicîhbûnê ya “Guhertina Cih” de, şahiyek bi coş a bidawîbûna vê projeya du salî hat lidarxistin. “Residenzprogramm” bernameyeke bicîhbûnê ya Galeriya Berlînê ye ku dixwaze dengê kesên ku ji dervehiştinê bandor bûne bîne cem hev û deriya diyalogê veke.

Deh jin ji atolyeya dirûtinê û dozdeh mêr ji “Koma Bavan” ên Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e. V.  li salonên muzexaneyê kom bûn. Bi rêberiya sisê hunermendên ji komeleya Jugend im Museum û komeleya Koopkultur e.V., wan xwe ji bo lêgerîna nasnameya xwe ya Kurdî bi gelek çalakiyên çandî û hunerî veqetand.

Di van du salên borî de, sê pêşangehên ku ji berhemên her du koman pêk hatibûn, li Galeriya Berlînê hatin vekirin. Lê galeriyê cîh neda şahiya bi hev re pîrozkirinê. Ev yek bû sedem ku xwesteka lidarxistina şahiyeke mezûnbûnê derkeve holê ku tê de berhemên hunerî yên ku di du salan de hatine afirandin werin pêşandan û di heman demê de bi malbat û hevalan re ev yek were pîroz kirin.

Pêşangeha li odeyên Navenda Malbatan a Rengînê heta meha Îlonê dê vekirî be. Li lînka jêr dê hûn wêneyên şahiya me bibînin:
https://photos.app.goo.gl/oAabvG8TgznSjtB26

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR