Di 3ê Tîrmeha 2026an de, Zaroxaneya Pîya ya li Kreuzbergê bi malbatan re Şahiya Havînê û Xatirxwestin ji zarokên ku dê biçin dibistanê li dar xist. Bi atmosferek xweş, xwarinên xweş, lîstik û çalakiyan û gelek sohbetên xweş, me sala xwe ya zaroxaneyê bi hev re bi dawî kir.
Di 7ê Tîrmeha 2026an de, Zaroxaneya Pîya ya li Weddingê jî Şahiya Havînê li dar xist û ji zarokên ku dest bi dibistanê dikin xatir xwest. Şahî li Navenda me ya Malbatê pêk hat ku cîhê çalakiyên malbatan û zarokan e. Tîma projeya me ya WIRKT! jî beşdarî şahiyê bû û li ser girîngiya pirzimanî, bernameyên hînkirina zimanê dayikê ji bo zarokên nû qeydkirî, derfetên beşdariya dêûbavan di dibistanê de agahî da malbatan.
Kêliyek balkêş û taybet xatirxwestin ji zarokên Pîyayê bû ku dê dest bi dibistanê bikin. Zarokan stranên bi zimanên Almanî û Kurdî pêşkêş kirin û performansa xwe bi strana zarokan a Kurdî "Oxir be delala min" bi dawî kirin.
Herweha tîmên Zaroxaneyan ji bo zarok û malbatên wan lîstik û çalakiyên cûrbicûr amade kiribûn ku hemû bi hev re kenîyan û lîstin. Piştre her kesî xwarinên xweş ku ji aliyê malbatan ve hatibûn amadekirin, tam kirin.
Bi kêfxweşiyek mezin û serbilindî, me ji zarokên xwe yên ku dê biçin dibistanê xatir xwest. Ew êdî dest bi serdemek nû di jiyana xwe de dikin. Em ji hemû xwendekarên nû re destpêkek serkeftî, gelek ezmûnên xweş û çêtirîn ji bo pêşeroja wan dixwazin.
Em spasiya hemû malbatan dikin ji bo bawerî û hevkariya wan, û ji wan re havînek aram û tavdar dixwazin.