Di 20ê Îlonê de hilbijartina Encumena Nûneran a Berlînê tê lidarxistin. Bi vê boneyê em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) namzedên partiyên demokratîk ên ji bo Bürgermeistera/ê Berlînê vedixwînin gotûbêjekê. Di vê çarçoveyê de, di 3ê Îlonê de, me li ofîsa xwe pêşwaziya Bettina Jarasch ji Partiya Keskan kir.
Rêveberên beşên cuda yên komeleya me bi kurtasî xwe dan nasîn û pirsên xwe ji Bettina Jarasch kirin. Rewşa xirap a di qadên Alîkariya Seyar û şêwirmendiyê de bi zelalî hatin destnîşankirin û gotûbêjkirin. Li ser rewşa ne baş a piştgiriya darayî ji rêxistinên azad re, birêz Jarasch soz da ku ji bo baştirkirina şert û mercên piştgiriya darayî û bicîhanîna Qanûna Pêşvebirina Demokrasiyê hewl bide.
Birêz Bettina Jarasch eleqeyek mezin nîşanî avakirina Dibistana Seretayî ya duzimanî ya Riza Baran da û piştgiriya xwe diyar kir di lêgerîna avahiya dibistanê de.