08 Îlon 2026 | Berlîn

Hevdîtina Yekmalê bi Stefan Evers (CDU) re

Di 20ê Îlonê de hilbijartina Encumena Nûneran a Berlînê tê lidarxistin. Bi vê boneyê em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) namzedên partiyên demokratîk ên ji bo Bürgermeistera/ê Berlînê vedixwînin gotûbêjekê. Di vê çarçoveyê de, di 4ê Îlonê de, me li ofîsa xwe pêşwaziya Stefan Evers ji Partiya Yekîtiya Krîstiyan (CDU) kir.

Di hevdîtinê de me karibû bi zelalî xebatên beşên xwe û zehmetiyên ku karên civakî li Berlînê pê re rû bi rû ye, destnîşan bikin. Birêz Evers balkişand ser xalên sereke yên bernameya xwe ya hilbijartinê û eleqeyek mezin nîşanî xebatên Yekmalê da. Ew pir geşbîn bû li hember dîtina avahiyekê ji bo Dibistana Seretayî ya ku em hewl didin ava bikin.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR