11 Îlon 2026 | Berlîn

Hevdîtina Yekmalê bi Christoph Meyer (FDP) re

Di 20ê Îlonê de hilbijartina Encumena Nûneran a Berlînê tê lidarxistin. Bi vê boneyê em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal) namzedên partiyên demokratîk ên ji bo Bürgermeistera/ê Berlînê vedixwînin gotûbêjekê. Di vê çarçoveyê de, di 9ê Îlonê de, Christoph Meyer ji partiya FDP serdana Yekmalê kir.

Piştî danasîna beşên cûrbicûr ên komeleya Yekmalê, axaftin li ser şert û mercên dijwar ên şêwirmendiya qanûna penaberî û rûniştinê, herweha xebatên Akademiya Yekmalê hat kirin.

Her du alî li ser vê yekê hevnêrîn bûn ku di nav saziyên Rêveberiya Berlînê de jî pêdiviya perwerdehiyek zêdetir heye ji bo karmendan. Bi taybet li ser mijarên dij-cudakarî û mijarên girêdayî kurdan. Akademiya Yekmalê dikare di vî qadî de bibe hevkar.

Christoph Meyer, pêzanîna xwe diyar kir ji bo pabendbûna me ya ji bo pêşvebirina pirzimanî li tevahiya Berlînê.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR