Em li ser hemû mijar û pirsgirêkên têkildarî mayîna we li Almanyayê û koçkirina we ya ji bo Almanyayê şêwirmendiya qanûnî pêşkêş dikin:
Em ji bo wergirtina mafên we yên qanûnî li ser hemû mijarên girêdayî mafê rûniştinê, yekbûna malbatê, koçberiya karkerên pispor û wergirtina welatînameyê şêwirê didin we. Armanca me ew e ku ji bo her pirsgirêkekê, çareseriyekê bibînin. Bi rêya agahî û şêwiran, em dixwazin hûn bikaribin mafên xwe nas bikin û bikarin alingariyên ku di sazî, rêveberî û xizmetguzariyan de rastî we tên, derbas bikin.
Em di çarçoveya Tora Navendên Şêwirmendiyê yên Berlînê de, bi navendên din ên Şêwirmendiyê û gelek hevparên din hevkariyê dikin. Di nav wan de Xenion, Zentrum Überleben, navendên şêwirmendiya pispor û herweha parêzer, bijîşk û saziyên perwerdehiyê.
Tîma me
Tîma me ji hiqûqnas û xebatkarên civakî pêk tê û li benda we ye!
Em bi zimanên Almanî, Kurdî, Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilîzî şêwirê didin.
Demên xebatê
Pêwendî
Festnetz: 030 616 25 848
Handy: 0157 348 79 140
WhatsApp: 0157 348 79 140
E-Mail: beratung@yekmal.de
Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin-Neukölln
Piştgirên darayî