Tîma me ya Yekmalê ya li bajarê Essenê roja Yekşemê 14ê Çile ya 2024an, bi xebatkarên Freelance û alîkarên xwe yên dilxwaz re ji bo taştêya sersalê civiya.
Her sal maseya me dirêjtir dibe. Em her tim spasdarê hemû van mirovên hêja ne ku bi vekirîbûn, jêhatîbûn û dilsoziya xwe alîkariya komeleya Yekmalê dikin daku li Essenê jî bibe xaleke pêwendiyê ya naskirî.
Tîma Yekmalê ya Essenê ji aliyê bingeh, ziman û temen ve cihêreng e. Ev yek derfetê dide me ku em bi angebotên xwe bigihîjin hejmareke zêde ji koçberan, cihekî parastî ji wan re ava bikin û wan teşwîq bikin ji bo ku bi awayekî wekhev beşdar bibin û rola xwe bilîzin.