Cotmeh 10, 2024

Workşopên Govendê dest pê kirin

Workşopên Govendê yên Navenda Malbatan a Rengînê hefteya borî li Berlînê dest pê kirin û rastî eleqeyek baş hat. Gelek zarok û Dêûbav beşdar bûn û bi hev re govendên gelêrî yên Kurdî fêr bûn û kêf kirin.

Yekemîn Workşop li ser dîlana Delîlo bû. Beşdar fêrî gav û ritmên dîlanê bûn, herweha derbarê paşxana çandî ya dîlanên Kurdî agahî wergirtin.

Bi rêberiya fêrkarên bi ezmûn ên dîlan û dansê, derfet ji zarok û dêûbavên wan re çê bû ku vê mîrata çandî ya zengîn baştir nas bikin. Bi dîlana bi hev re, beşdaran ne tenê karîbûn ji aliyê fizîkî ve çalak bin, di heman demê de girêdanên civakî jî xurt kirin.

Vexwendin ji bo Workşopa din a 21ê Cotmehê:
Ger hûn dixwazin govendên Kurdî nas bikin û vê ezmûna bêhempa bi zarokên xwe re parve bikin, kerem bikin û beşdarî workşopên me yên Govendê bikin!

Çima beşdar bibin?
● Zengînkirina çandî: Li ser govend û çanda Kurdî zanîna xwe zêdetir bikin.
● Îfadeya Hunerî: Bi tevger û rîtmê afirîneriya xwe pêşve bikin.
● Çalakiya fîzîkî: Dans ne tenê tendirust e, lê di heman demê de pir xweş e!
● Avakariya Civatî: Bi malbatên din re hevdîtin bikin û bibin beşek ji civata me ya pirreng.

Kî dikare beşdar bibe? Dêûbav û zarokên her temenî.
Çi bînin: Cilûbergên rehet û dilxwaziya dansê!
Dem: Mehê carekê
Qeyd: https://forms.gle/vsURCB11Et2byDUn7

Beşdarbûna workşopan belaş e, ji kerema xwe forma qeydê dagirin ji ber ku hejmara beşdaran sînordar e.

Têkilî

E-Mail: familienzentrum@yekmal.de
Tel.:
Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997 Berlin


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • Workşopên Govendê
    27.09.2024
    Workşopên Govendê

    Hûn dixwazin gav, rîtm û rehendên çandî yên govendên Kurdî fêr bibin û bi zarokên xwe re bibin xwedî ezmûnek zengîn û xweş?

  • Serdana me ya ji bo Spore Hausê
    03.09.2024
    Serdana me ya ji bo Spore Hausê

    Di seredanê de, em di nava salona pêşangeha “Asta Avê – Water Bodies” de geriyan ku li ser pirsgirêkên kêmbûna avê li Kurdistanê radiweste. Di vê çarçoveyê de, me rehendên siyasî...