Cotmeh 14, 2024 | Herford

Buroya me ya nû li Herfordê hat vekirin

Buroya me ya nû li Herfordê hat vekirin

 

Di çarçoveya Hefteyên Navçandî li navçeya Herfordê de, komeleya me bi merasîmekê avahiya xwe ya nû li Bielefelder Straße vekir. Di bernameya vekirinê de, taştêya Kurdî, axaftin, pêşangeha wêneyan û muzîka kurdî hebûn.

Di merasîmê de hevkar û nûnerên gelek saziyên herêmî û nûnerên herêmî yên partiyan amade bûn ku ji aliyê tîma me ve bi fermî hatibûn vexwendin. Hevrêveberên şaxa me ya Herfordê Zübeyde Polat û Murat Mang bi Kurdî û Almanî bixêrhatina mêvanan kirin û li ser xebatên Yekmalê li navçeyê agahî dan. Rêvebera Giştî ya Yekmalê Günay Darici û Kordînatora şaxên Yekmalê Özgül Bendes ku ji Berlînê çûn merasîmê û li ser xebatên seranserî yên Yekmalê ji mêvanan re axivîn. Piştî bernameyê, di navbera mêvanan de axaftineke geş hat kirin.

Sê sal û nîv in ku em li şaxa xwe ya li Herfordê angebot û projeyên cûrbicûr ên piştgiriyê pêşkêşî kesên xwedî paşxanên cuda dikin. Ofîsa berê êdî têra pêdiviyên me nedikir. Ji ber vê yekê me biryar da, avahiyek nû ku li gor pêdiviyên me be li Herfordê kirê bikin.

Avahiya me ya nû, navendeke hevdîtina malbatan e ku tê de odeyeke hevdîtina koman, beşa lîstikên zarokan, buroyek û metbexek hene. Tîma me pir hewl daye, cîhek wisa ava bike ku mêvan tê de xwe rehet hest bikin û her gav bikarin ji bo pirsên xwe bi kesek re têkilî deynin.

Paritätischer Wohlfahrtsverband Bielefeld, Glücksspirale û bernameya "Komm-an NRW" ya navçeya Herfordê û Sparkasse Herford piştgiriya darayî ya ofîsa me dikin. Em gelek spasiya wan dikin.

Avahiya me ya nû li Herfordê

Yekmal e.V. Herford
Bielefelder Str. 20
32051 Herford

Tel.: 05221 6905221
Handy: 0163 9104991 | 0178 1006953
E-Mail: buro-herford@yekmal.de
Facebook: @YekmalHerford
Instagram: @yekmal.herford


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR