Cotmeh 15, 2024 | Herford

"Ji ya ku tu dibînî wêdetir" - Li ser potansiyela mirovên xwedan jiyannameya navneteweyî

"Ji ya ku tu dibînî wêdetir" - Li ser potansiyela mirovên xwedan jiyannameya navneteweyî

 

Di 19ê Îlona 2024an de, Encumena Întegrasyonê ya Eyaleta NRW û Encumena Întegrasyonê ya Bajarê Herfordê îvêntek balkêş li Herfordê li dar xistin.

Bi sernavê "Ji ya ku tu dibînî wêdetir" - Li ser potansiyela mirovên xwedan jiyannameya navneteweyî gotûbêjek balkêş ya pevguhertina perspektîvan pêk hat. Di îvêntê de Şaredar Tim Kähler, ji ofîsa li dijî Dîskrîmînasyonê ya navçeya Herfordê Selda Özen, hevrêvebera şaxa me ya Herfordê Zübeyde Polat û ji beşa Întegrasyonê ya VHS Isabella Remin beşdar bûn û bi hev re gotûbêj kirin.

Di gotûbêjê de bi taybetî bal hat kişandin ser zehmetiyên ku rastî kesên xwedî jiyannameya navneteweyî tên. Hevkara me bal kişand ser giringiya navendên Şêwirmendiyê yên mîna Yekmalê. Mijarek bingehîn piştgirîkirina jinan bû, yên ku ji ber rola wan a kevneşop di malbatên xwe de bargirantir in û berpirsiyara sereke ya mezinkirina zarokan in.

Ji ber ku kesên xwedan jiyannameya navneteweyî nêzî 40%ê nifûsa Herfordê pêk tînin, li vir potansiyelek pir mezin heye. Tevî vê pirrengiyê jî, gelek kes bi astengiyan re rû bi rû dimînin, çi di bazara kar de be an jî dema ku li xanî digerin. Ev jî dibe sedema derfetên newekhev. Giring e ku meriv vê potansiyelê baştir bikar bîne û astengiyên heyî kêm bike.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR