Wargeha Alîkariya Perwerdehiyê

Ji Mijdara 2023an vir ve komeleya Yekmalê li Berlînê xebatên Wargeha Alîkariya Perwerdehiyê li gor qanûna §34 SGB VIII pêşkêş dike. Li vir alîkariya penaberên temenbiçûk ên bêserperişt tê kirin. Ev xebat ji bo penaberên temenbiçûk ên ku bêyî dêûbav û (weliyên xwe) serperiştên xwe yên qanûnî hatine Almanyayê, jîngehek ewle û aram ava dike. Di vê wargehê de piştgiriya ciwanan tê kirin ji bo ku bi serpêhatiyên xwe yên trawmatîk re rû bi rû bimînin, fêrî zimanê almanî bibin û tevlî civakê bibin. Karmendên me yên pispor ji nêz ve bi ciwanan re tên ba hev da ku pêdiviyên wan ên kesane nas bikin û bi awayê çêtirîn piştgirî bidin wan. Bi tedbîrên pedagojîk, angebotên cûrbicûr û çalakiyên civakî, alîkariya penaberan tê kirin ku pêbaweriyê ava bikin, xwebaweriyê xurt bikin û perspektîvên pêşeroja xwe pêş bixin.

Ev alîkarî di wargehên komên niştecîhbûnê yên biçûk de tê pêşkêş kirin. Di vê çarçoveyê de ev xebat hene:

  • Lênêrîn û Perwerdehî: Dabînkirina jîngeheke parastî ji bo pêşketina zarok û ciwanan.
  • Piştgiriya Fêrkariyê: Piştgiriya di mijarên xwendina dibistanê de û pêşvebirina jêhatiyên kesane.
  • Întegrasyona Civakî: Pêşvebirina têkiliya wan bi hevtemenên xwe re û Întegrasyon di civakê de.
  • Lênêrînên Piştre: Piştgiriya piştî wergirtina mafê niştecîhbûnê, ji bo veguheztin ber bi jiyanek serbixwe.

Armancên Giştî

  • Dabînkirina refaha zarokan di rewşên bi krîz de.
  • Seqamgîrkirina pêşveçûna hestyarî û civakî.
  • Amadekirin ji bo jiyanek xweser.
  • Dubare întegrasyon di malbat û jîngeha civakî de, eger pêkan be.

Niha li Berlînê yek wargeha me ya niştecîhbûnê heye bi navê Dîwan ku apartmanek hevpar (WG) e. Ciwanên 16-18 salî li vir dimînin. Yekmal bi taybetî giringiyê dide vê yekê ku ciwan di vê mala demkî de, ewlehiyê hest bikin û tê de alîkariya ku ji wan re pêwîst e werbigirin da ku ji bo jiyana xwe hêviyek nû bibînin. Ev wargeh li navçeya Charlottenburg-Wilmersdorfê ye û tê de 6 ciwan dimînin.

Armancên me

  • Serxwebûn
  • Piştgirî di mijarên fermî û xwendinê de
  • Pêşxistina kesayetiyek serbixwe
  • Nêzîkatiya aborî di mijarên darayî de
  • Xurtkirina hêza xwe û xwerêveberiyê

Têkilî

E-Mail: diwan@yekmal.de
Tel.: 030 609 831 157
Tîma me: Radiye Atmaca, Zhyan Abdulkadir, Mamdouh Alshlash


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar
    Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar

    Em li Berlîn, Essen, Herford û Bielefeldê alîkariya malbat, zarok û ciwanan dikin di mijarên perwerdehî, pirsgirêkên rojane û rewşên dijwar de.

  • Navenda Qeyda Destpêkê
    Navenda Qeyda Destpêkê

    Li Navenda me ya Qeyda Destpêkê em hawîrdorek ewle û piştgirî pêşkêşî Penaberên temenbiçûk ên Bêserperişt dikin da ku karibin gavên xwe yên pêşîn li welatek nû bavêjin