Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar

Beşa Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar a girêdayî komeleya Yekmalê li Berlîn, Essen, Herford û Bielefeldê alîkariya malbat, zarok û ciwanan dike di mijarên perwerdehî, pirsgirêkên rojane û rewşên dijwar de. Nêzîkatiya me bi awayek çavkanî û navçandî ye, li gor rêbazên sîstematîk e. Em piştgiriya serxwebûna malbat, zarok û ciwanan dikin û giringiyê didin alîkariya wan. Alîkariya Seyar bi giştî li hawîrdora zarok, ciwan an malbatê tê pêşkêşkirin.

Alîkariya Perwerdehiyê ya Seyar li gorî qanûna SGB VIII ya piştgiriya perwerdehiyê (§ 30) û alîkariya civakî ya malbatê ya pedagojîk (§ 31) kar dike. Armanc ew e, şiyanên perwerdekirina zarokan bên xurtkirin, piştgiriya stratejiya çareserkirina nakokiyan bê kirin û çareseriyên demdirêj ji bo jiyana rojane bên dîtin.

Angebotên me bi Almanî, Kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî/Zazkî), Erebî, Tirkî, Farsî, Darî, Rûsî û Albanî ji malbatên bi û bê ezmûna koçberî û penaberiyê re ne. Buroyên me li Berlîn, Essen, Herford û Bielefeldê ne û em bi hevkariya ligel Saziya Ciwanan (Jugendamt) li van bajaran, herweha aliyên perwerdehiyê, saziyên tendirustiyê û navendên şêwirmendiyê re kar dikin.

Xebatkarên me yên biezmûn bi rengekî hestyar ê çandî û civakî dixebitin. Ew stratejiyên cur bi cur ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi kar tînin.

Erk û Şêwaz

  • Şêwirmendî û Piştgirî: Dêûbav û malbat di mijarên perwerdehiya zarokan de piştgirî distînin da ku şiyanên perwerdekirina zarokên xwe xurt bikin.
  • Tedbîrgirtin: Destpêşxeriyên pêşwext ji bo pêşîgirtin li pirsgirêk an qeyranan.
  • Alîkariya lênêrînê/ alîkariya takekesî: Piştgiriya takekesî ji bo zarok û ciwanên xwedî pêdiviyên taybet.
  • Alîkariya malbatan a pedagojiya civakî: Piştgirî di dema pirsgirêkên di nava malbatê de.

Armanca me

  • Xurtkirina şiyanên perwerdekirina zarokan.
  • Baştirkirina rewşa jiyana zarok û ciwanan.
  • Piştgirîkirina Întegrasyona civakî.

Têkilî

Berlin
Richardstr. 102, 12043, Berlin
Tel.: 030 63318940
Fax: 030 6331894
E-mail: hilfezurerziehung@yekmal.de
Koordination: Taylan Polat, Maria Zhiguleva, Sebastian Benzing

Essen
Rottstr. 24, 45127 Essen
E-Mail: buro-essen@yekmal.de
Tel.: 0163 521 93 49
Koordination: Nalin Yücekaya

Herford & Bielefeld
Bielefelder Str. 20, 32051 Herford
Tel.: 157 390 593 11
E-Mail: hze-herford@yekmal.de
hze-bielefeld@yekmal.de
Koordination: Simone Adams-Weggen

Piştgirên Darayî:

My alt text  My alt text   My alt text   My alt text


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • Wargeha Alîkariya Perwerdehiyê
    Wargeha Alîkariya Perwerdehiyê

    Li vir em li gor qanûna §34 SGB VIII ji bo penaberên temenbiçûk ên ku bêyî dêûbav û serperiştên xwe yên qanûnî hatine Almanyayê, jîngehek ewle û aram ava dikin.

  • Navenda Qeyda Destpêkê
    Navenda Qeyda Destpêkê

    Li Navenda me ya Qeyda Destpêkê em hawîrdorek ewle û piştgirî pêşkêşî Penaberên temenbiçûk ên Bêserperişt dikin da ku karibin gavên xwe yên pêşîn li welatek nû bavêjin