Performansa Koma Govendê ya Yekmalê di 8ê Adarê de li Bad Kreuznachê
Koma me ji keç û xortan pêk tê, lê mamostayên komê bi zarokan re biryar dan ku di 8’ê Adarê de tenê keç derkevin ser dikê.
Yekmal Roja Cîhanî ya Jinan pîroz dike!
07.03.2024
Em bi vê boneyê dixwazin rêz li hemû jinan bigrin û hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar bikin ku her roj ji bo wekhevî û pêşketinê dixebitin.
Bernameya Rojên Çanda Kurdî – 2024
Ji sala 2017’an vir ve her sal komeleya me bernameya Rojên Çanda Kurdî li Almanyayê li dar dixe. Armanc ewe ku em çanda Kurdî bidin nasîn.
Pêşxistina malbatên Kurd di pergala perwerdehiyê de bi rêya bernameya Çembera Hêzdarkirinê
Bala vê angebotê li ser pergala perwerdehiyê û rastiyên ku malbatên kurd li zaroxane û dibistanan bi wan re rû bi rû dimînin e
Yekmal beşdarî çalakiyeke Encumena Întegrasyonê ya Essenê bû derbarê zimanê dayikê
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê, Encumena Întegrasyonê ya Essenê di êvara 21’ê Sibatê de li salona encumenê bernameyek bi sernavê “Zimanê min û ez” li dar xist.
Yekemîn civîna Tora BEFaNê ya 2024an hat lidarxistin
Beşdaran di sê odeyên serhêl de, bi awayek çalak li ser rola Torê ya navbeyinkar nîqaş kirin û derbarê mijara ka Tor çawa dikare çêtir piştgirî bide hevparên xwe, axivîn.
Hevpeyvîna Cosmo Kurdî bi rêveberê Akademiya Yekmalê re
Bi helkefta 21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê dayikê, Radyoya Cosmo Kurdî bi rêveberê Akademiya Yekmalê Şerîf Derînce re hevpeyvînek pêk aniye.
14. Sempozyûma me ya Roja Zimanê Dayikê bi awayek serkeftî hat lidarxistin
Komeleya me îsal jî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi lidarxistina sempozyûmek hîbrîd (rûbirû û serhêl) a serkeftî ku di 23 û 24ê Sibatê de li Bremenê pêk hat, pîroz kir.
Yekmal beşdarî gotûbêjeke Encumena Civakî ya Polonî bû
Cornelia Resulis, cîgira rêvebera Yekmalê li ser mijara “Nijadperestiya Dij-kurd” axaftinek sereke kir û bal kişand ser bûyerên heyî bi taybet êrîşa li dijî penaberên Kurd ên li kampa Tegelê
"Em jî mîna we beşeke vê civakê ne"
Roja şemiyê 10ê Sibatê li bajarê Herfordê bi sernavê ”Mil bi mil li dijî faşîzmê” li dijî Tundrewiya Rastgir xwepêşandanek hat lidarxistin.
Kursên nû yên fêrbûna Kurmancî û Soranî li Berlînê dest pê kirin
Akademiya Yekmalê di destpêka meha Sibata 2024an de li Berlînê kurseke Kurdiya Soranî ji bo xwendekarên asta destpêkê û kurseke nû ya Kurdiya Kurmancî – A1 dest pê kir.
Yekmal di Civata Giştî ya Tora Dêûbavan a Federal de
06.02.2024
Ev salek e Yekmal endamê çalak ê Tora Dêûbavan a Federal e.