Mebesta me ji Avakariya Civatî ne tenê pêvajoya piştgirîkirina kesên xwedî ezmûnên koçberî û penaberiyê ye, lê di heman demê de bi awayekî çalak tevlîkirina wan di civakê de ye. Armanca me ewe ku mirov di qadên cuda yên jiyanê de çalak bin, em deng bidin wan û xwerêveberiya wan xurtir bikin.
Em fêrbûna hevpar ber bi pêş ve dibin ku hem di nav civakê de û hem jî bi rêya civakê pêk tê. Berpirsiyariya hevpar roleke sereke dilîze ji bo xurtkirina pêvajoya fêrbûnê û pêkanîna beşdariya civakî. Avakariya Civatî ji bo me tê wê wateyê, pêvajoya fêrbûnê wisa bê dîzaynkirin ku astengan rake û qadên hevdîtinê ava bike, da ku meriv bikare mafên xwe pêk bîne û jiyana xwe li gorî biryara xwe diyar bike.
Xebatên me zêdetir ji bo malbatên koçber û penaber, bi taybetî malbatên Kurd in. Xebata me ya bi malbatan re li ser xurtkirina xwerêveberî, torbendî û tevlîbûna wan a civakî disekine. Civata dê û bavan di vê yekê de rolek sereke dilîze. Armanca me ne tenê ew e ku em di pêkhateya heyî de piştgirî bidin dêûbav û zarokan, di heman demê de em hewl didin da ku ew karibin bi awayekî çalak û xweser şert û mercên jiyana xwe biguherînin û baştir bikin.
Bi rêya partîk a workşop, proje û formên diyalogê, em ne tenê bidestxistina zanînê, lê di heman demê de pêşkeftina jêhatîbûnên beşdaran pêşve dibin da ku ew bi awayekî xwebawer û çalak beşdarî hawîrdora xwe ya nû bibin.
Beşa me ya Beşdarî û Avakariya Civatî bi beşên din ên komeleya me yên wek Piştgiriya Malbatan, Zaroxaneya Pîya, Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal û Akademiya Yekmalê re dixebite. Ev hevkarî derfet ji me re çê dike ku em rêbazên piralî pêş bixin û piştgiriya van malbat û kesan bikin ku dixwazin beşdariya xwe di civakê de xurt bikin.