Zaroxaneya Pîya-Weddingê salvegera xwe pîroz kir
Zaroxaneya Pîyayê ya Weddingê li cîhanê yekemîn Zaroxaneya duzimanî ya Kurdî-Almanî ye.
Cejna Xawenkar pîroz be!
12.11.2024
Kurdên Yarsan van rojan cejna xwe ya “Xawenkar” pîroz dikin. Ev girîngtirîn cejna Yarsanan e weke di pirtûka pîroz a “Serencam” de hatiye diyarkirin.
Rahênana Yekmalê dijî Dîskrîmînasyon û Nijadperestiyê
Bala rahênanê li ser vê pirsê bû, çawa torbendî û hevpeymaniyên bibandor li dijî Nijadperestiyê werin avakirin.
Şahiya dawîhatina xebatekê û destpêkek li Kolektîva Kulîlkan
Di şahiyê de pevguhertina cilûbergan, kargeha vekirî ya dirûtinê û nasandina malpera nû ya Kolektîva Kulîlkan hebû.
10. Salvegera Zaroxaneya me ya Pîyayê
Zaroxaneya Pîyayê ku di sala 2014an de li Berlînê hate damezrandin, li ser asta cîhanê yekemîn Zaroxaneya Kurdî-Almanî ye.
Workşopa Grafîtî li Neuköllnê hat lidarxistin
Gelek xwendekarên Dibistana Seretayî ya Boddinê hatin ba hev da ku bi şêwe, reng û nivîsan xeyalên xwe li ser dîwar binexşînin.
Yekmal beşdarî Festîvala Aştiyê ya Navçandî bû
Em serbilind in ku komeleya Yekmalê wek beşeke erênî ya jiyana çandî li Bad Kreuznachê tê dîtin û em bi hêviya berdewamiya vê hevkariya serkeftî ne.
Zarokên Koma Govendê beşdarî Workşopa Hespsiwariyê bûn
Piştî ku li Bad Kreuznachê di gelek çalakiyên navneteweyî û herêmî de beşdar bûn, komeleya me xwest ku tiştek taybet ji bo zarokên Koma Govendê bike.
Yekmal beşdarî îvênta AGARPê ya hilbijartinê bû
Em hêvîdar in û li benda piştgiriya her kesî ne da ku nûnertiya Yekmalê di Encûmena Şêwirmendiya Mainzê ya ji bo Koçberî û Întegrasyonê de hebe.
Merasîma vekirina du projeyên me yên nû hat lidarxistin
Projeyên me yên li Neuköllnê: „Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê” û projeya ji bo hêzdarkirin û beşdariyê “Em bi hev re xurt in”
Civîna Tora BEFaNê ya pêncemîn hat lidarxistin
Em kêfxweş bûn ku komeleyên nû yên wekî Move global e.V. û Deutsch-Arabischen Schule jî beşdar bûn.
"Ji ya ku tu dibînî wêdetir" - Li ser potansiyela mirovên xwedan jiyannameya navneteweyî
Di gotûbêjê de bi taybetî bal hat kişandin ser zehmetiyên ku rastî kesên xwedî jiyannameya navneteweyî tên
Workşopa Şîborî bi kolektîva me ya dirûtinê re pêk hat
Şîborî teknîkeke boyaxkirinê ya kevneşopiya Japonî ye. Di vê teknîkê de bi afirînerî qumaş tê girêdan û pêçandin, piştre tê rengkirin.
Buroya me ya nû li Herfordê hat vekirin
Sê sal û nîv in ku em li şaxa xwe ya li Herfordê angebot û projeyên cûrbicûr ên piştgiriyê pêşkêşî kesên xwedî paşxanên cuda dikin.
Workşopên Govendê dest pê kirin
Yekemîn Workşop li ser dîlana Delîlo bû. Beşdar fêrî gav û ritmên dîlanê bûn, herweha derbarê paşxana çandî ya dîlanên Kurdî agahî wergirtin.
Bernameya 14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê
Beşek taybet pêşbirka fîlmên zarokan e. Em xelata baştirîn fîlma zarokan pêşkêş dikin.
10. Roja Pisporiyê ya Berlînê bi awayek serkeftî hat lidarxistin
Nêzî 100 kes beşdar bûn ku di nav wan de nûnerên zaroxaneyan, komeleyên koçberan, rayedarên dewletê yên eyaleta Berlînê û pisporên têkildar hebûn.
Şêwirmendiyên Qanûnî yên Penaberî û Koçberiyê cîhê xwe vediguhezînin
Ji 7ê Cotmeha 2024an pê ve, Şêwirmendiya Penaberî û Rêkarên wê (AVB) û Şêwirmendiya Qanûna Koçberiyê (mafê rûniştinê) dê li Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin-Neukölln pêk were.
4. Civîna Tora BEFaNê hat lidarxistin
Mijara sereke ya civînê amadekariya ji bo Roja Pisporiyê bû ku di 26ê Îlonê de bi dirûşma “Parastina Pirrengiyê û pêşvebirina pirzimaniyê bi rêya beşdarî û torbendiya di dibistanê, Zaroxane û û Malbatê de” bi awayek serhêl tê lidarxistin.
Şahiya me ya Qada Lîstikê serkeftî bû
Di bin tava bi şewq û germahiya xweş de, gelek malbat û zarok di 1ê Îlonê de hatin ba hev da ku rojek bi lîstik, şahî û civatê ya nejibîrkirî derbas bikin.
Serdana me ya ji bo Spore Hausê
Di seredanê de, em di nava salona pêşangeha “Asta Avê – Water Bodies” de geriyan ku li ser pirsgirêkên kêmbûna avê li Kurdistanê radiweste. Di vê çarçoveyê de, me rehendên siyasî yên kêmbûna avê, pratîkên kolektîf ên ekolojî...
Beşdariya Yekmalê di kargeha BIKuMiGê
Di çarçoveya kargehê de ku gelek aktorên ji rêveberiya bajar, rayedarên perwerdehiyê, xebatên navçe û qadên din ên têkildar hatin cem hev, nûnera Yekmalê axaftinek sereke pêşkêş kir.
10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan
3ê Tebaxê 10. Salvegera Jenosîda li hember Êzîdiyan a ji aliyê DAIŞê ye. Em di vê rojê de hemû qurbaniyên vê jenosîdê û êrişên bi dirêjahiya sedan salan a li dijî civaka Êzîdî bi bîr tînin.
Beşa me ya Alîkariya Zarok û Ciwanan li Berlînê Şahiya Havînê li dar xist
Tîma Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar, tîma Alîkariya Perwerdeyî ya Cêgîr û tîma Wargeha Alîkariya Seretayî di şahiyekê de werin cem hev.
Şahiya Havînê li Zaroxaneyên me yên duzimanî li Berlînê hat lidarxistin
Îsal jî em bi zarok û malbatên wan re li her du hêlînên xwe yên Pîya li Kreuzberg û Weddingê di Şahiya Havînê ya salane de hatin cem hev.
Şandeke Zanîngeha Bambergê serdana Yekmalê kir
Mêvanên me bi taybetî xwestin derbarê xebatên Yekmalê yên çend salên dirêj di qada ziman û perwerdehiyê de yên Berlînê ji nêz ve hayîdar bin.
Yekmal beşdarî festîvaleke Bad Kreuznachê dibe
Çalakiyek din a Yekmalê performansa Tembûrê ya koma me ya projeya ciwanan bû.
Kargeha “Çavdêrîkirin bêyî nirxandin” li Hêlîna Pîya Wedding
Di kargehê de hin dê û bav û zarokên xwe bi rêberiya hevkarên me hatin cem hev.
Şahiya mezûnbûna projeyeke çandî li Navenda Malbatan a Rengînê ya li Berlînê
Deh jin ji atolyeya dirûtinê û dozdeh mêr ji “Koma Bavan” li salonên muzexaneyê kom bûn.
Xatirxwestina di betlaneya havînê de li şaxa me ya Essenê
Çendîn kes li Navenda Vielrespektzentrum a Essenê hatin ba hev.
Konsera Komên me yên Tembûr û Govendê li Mainzê
Komên me yên projeya Tembûr û Govendê li Mainzê bi helkefta hatina betlaneya havîna 2024’an konserek pêşkêş kirin.
Xebatkarên Yekmalê serdana parlamenterê SPD Hakan Demîr kirin
Em bi Parlamenter Hakan Demîr re li ser rewşa kesên xwedî paşxana penaberî û koçberiyê yên bêyî mafên rûniştinê axivîn.
Yekmal beşdarî şahiya havînê ya Komîseriya Beşdarbûn, Întegrasyon û Koçberiyê ya Senatoya Berlînê bû
Mijareke sereke ya bernameyê Tundrewiya Rastgir bû. Pirsa rola rêxistin û destpêşxeriyên koçberan derbarê wê de di rojevê de bû.
Yekmal piştgirî dide fîlmên Kurdî yên zarokan
Em dixwazin bi Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê re bêhtir kesan teşwîq bikin da ku fîlmên Kurdî yên zarokan hilberînin.
Yekmal li Rheinland-Pfalzê du rapirsiyan dide destpêkirin
Rapirsî ji bo dêûbav û zarokên wan e li seranserê eyaleta Rheinland-Pfalz-ê.
Rojevek cihêreng di civîna Tora BEFaNê de
Hevparên Torê hatin ba hev da ku li ser mijarên rojane yên di qada pirzimaniyê de nêrîn û pêşniyazên xwe pev biguherînin û projeyên nû nas bikin.
Rapirsî: Pirzimanî di Malbatê, Hêlîn û Dibistanê de
Pirzimanî hem xezîneyek hem jî rastiyek e bi taybetî di jiyana me ya Berlînê de.
Yekmal Essen mêvandariya civîna Tora MSO dike
Yekmal Essen ji destpêkê ve endama vê Torê ye.
Yekmal serdana parlemantera Berlînê Klara Schedlich dike
Em li ser mijara pirzimanî û hînkirina zimanê yekem/dayikê li dibistanên Berlînê axivîn.