Şaxa komeleya me li Mainzê ji bo malbatên ku zarokên wan li dibistanên dewletê yên li Bad Kreuznachê beşdarî dersên zimanê dayikê (HSU) yên Kurdî dibin, di dawiya hefteyê de – 4ê Sibatê taştêya malbatan organîze kir.
Taştêya mezin û xweş ku zêdeyî sed mêvan amade bûn, ji aliyê endama tîma me ya Yekmal Rheinland-Pfalz Leyla Kara û bi piştgiriya dilxwazên ji bajarê Bad Kreuznachê ve hatibû amadekirin.
Zarokên HSU û xwişk û birayên wan bi taybetî bi bernameya zarokan a ku ji aliyê dilxwazan ve di dema taştê de hat pêşkêşkirin, gelek kêfxweş bûn.
Em spasiya hevkara xwe Leyla Kara, nûnera Yekmalê ya li bajarê Bad Kreuznachê û hemu alîkaran dikin ji ber keda wan a mezin.