Komeleya me îsal jî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi lidarxistina sempozyûmek hîbrîd (rûbirû û serhêl) a serkeftî ku di 23 û 24ê Sibatê de li Bremenê pêk hat, pîroz kir. Di sempozyûmê de zêdetirî 90 kes beşdar bûn ku di nav wan de siyasetmedar, rêxistinên civakî, pisporên zanistî, perwerdekar, rewşenbîr, dêûbav û aliyên din ên têkildar hebûn. Sernavê sempozyûmê “Hîndekariya Dersên Zimanê Dayikê di Dibistanan de û Duzimanî di Baxçeyên Zarokan de: Bendewarî, Rastîyên Heyî û pêşeroj” bû.
Sempozyûma îsal bi moderatoriya Munevver Azizoglu-Bazan, hevrêvebera şaxa Yekmalê ya li Bremenê û Şerîf Derînce, rêveberê Akademiya Yekmalê, li ser du mijaran bû: 30 saliya fêrkariya zimanê kurdî li Almanyayê û 10. salvegera avakirina yekemîn baxçeya zarokan a duzimanî ya Kita Pîya li Almanyayê.
Ezmûnên perwerdehiya duzimanî
Sempozyûm di 23ê Sibatê (În) de bi kargeha li ser bikaranîn û hînkirina zimanê kurdî di perwerdehiya zarokatiyê ya destpêkê de, ango di Baxçeya zarokan de dest pê kir. Ev jî wekî gava yekem e ji bo avakirina zaroxaneyek duzimanî ya almanî-kurdî li Bremenê bi heman awayê Kita Pîya yên Yekmalê yên li Berlînê. Kargeh bi moderatoriya Münevver Azizoğlu-Bazan, bi awayên cuda ji aliyê Dr. Yaşar Kırgız, nûnerê bernameya zimanê ya Kita Pîya Kreuzberg, rêveberên her du Kita Pîya-yên Berlînê Safiye Çavuş û Gülüstan Sönmez, xebatkarên ji Komîteya Navneteweyî ya Rizgarkirinê (IRC) Anna Lumma û Schirin Senger ve hat birêvebirin.
Axaftinên îlhambexiş
Di 24ê Sibatê (Şemî) de sempozyûm bi axaftina vekirinê ya Rêvebera komeleya me ya Yekmalê Günay Darici dest pê kir. Di axaftina xwe de, Günay Xanim bi giştî behsa rol û çalakiyên Yekmalê di biwarê pirzimanî de û beşdariya me ya ji bo pêşvebirina perwerdehiya duzimanî ya kurdî-almanî di qonaxa seretayî û di dibistanan de kir. Herweha wê banga bicîhkirina zimanê kurdî di dibistanên amadeyî yên li Almanyayê de kir.
Senatora Zarokan û Perwerdehiyê ya Bremenê Sascha Karolin Aulepp, bi axaftina xwe ya têgihîştî û teşwîq beşdarî sempozyûmê bû. Wê bal kişand ser pabendbûna xwe ya ji bo pêşvebirina pirzimanî ji bo hemî xwendekaran li dibistanan. Xanima senator got, bîrokeya hebûna hînkirina zimanê kurdî piştî qonaxa seretayî, dikare ji bo hemî xwendekaran – ne tenê ji xwendekarên kurdîziman re, di forma hînkirina zimanên biyanî de vebijarkek maqûl be.
Herweha Samir Kheder Abde serokê Komeleya Mamostayên Kurd li Ewropayê û Barbara Schüll nûnerê GEW Bremen di vekirina sepozyûmê de axivîn, bixêrhatina beşdaran kirin û hêviya serkeftinê ji Sempozyûmê re xwestin.
30 saliya fêrkariya zimanê Kurdî li Almanyayê
Piştre gotûbêja taybet a bi ser navê “30 saliya Hîndekariya Kurdî wek Zimanê Dayikê li Almanyayê” bi moderatoriya Hamdiye Ertaş dest pê kir. Dr. Henning Scherf serokê Eyaleta Bremenê yê berê û senatorê berê yê perwerdehiyê li Bremenê, Dr. Zerdeşt Haco şêwirmend û pisporê perwerdehiya mamostayan, Yayla Bucak-Mönch Xebatkara zanîstî ya berê li Zanîngeha Oldenburgê û Emîn Akbaş yek ji herdu mamostayên destpêkê yên zimanê kurdî li Almanyayê û Zaradin Agirman yek ji xwendekarên salên destpêkê yên dersên kurdî li Bremenê beşdarî gotûbêjê bûn.
Hîndekariya Zimanê Dayikê li Almanyayê: Potensiyel, Pirsgirêk û Pêşbînî
Piştî nîvro jî Sempozyûm bi pêşkêşîyek û du panêlan berdewam kir. Dr. Christoph Schroeder ji Zanîngeha Potsdamê pêşkêşiyek derbarê “Hîndekariya Zimanê Dayikê li Almanyayê: Potensiyel, Pirsgirêk û Pêşbînî” pêşkêş kir. Tê de bal kişand ser paşxana dîrokî ya modela hînkirina zimanê dayikê li Almanyayê û çawaniya pêşketina wê. Dr. Christoph Schroeder behsa pêwîstiya bichîkirina zimanê dayikê di plana çarçoveya perwerdehiya giştî de bi awayek watedartir kir. Wî bal kişand ser astengiyên saxtarî yên di bicîhkirina zimanên dayikê de û amaje bi lêkolînên xwe yên li ser fêrkariya zimanê kurdî li Almanyayê kir.
Zehmetî û Potansiyel di Hîndekariya Zimanê Dayikê de
Panêla yekem bi sernavê “Zehmetî û Potansiyel di Hîndekariya Zimanê Dayikê de: Perspektîfên ji Qada Lêkolînê” bi moderatoriya endama lîjneya rêveberiya Yekmalê Sona Merzic pêk hat. Dr. Till Woerfel ji Înstîtuya Mercator a ji bo Pêşxistina Ziman û DaZ – Zanîngeha Kölnê, Şerîf Derince ji Akademiya Yekmalê û Zanîngeha Potsdamê û Sofia Grigoriadou ji Zanîngeha Duisburg-Essen encamên lêkolînên xwe yên li ser gelek aliyên hînkirina zimanê dayikê li Almanyayê pêşkêş kirin. Wan di lêkolînên xwe yên zanistî de, kurdî, tirkî û yonanî wek mînak bi kar anîne.
Materyalên Perwerdehiyê di Hîndekariya Kurdî de
Panela duyem bi sernavê ”Nêrînek li ser Materyalên Perwerdehiyê di Hîndekariya Kurdî de” ji aliyê Masoud Aqil hevrêvebera şaxa me ya Yekmalê li Bremenê hat birêvebirin. Abdulkadir Ulumaskan derbarê materyalên dersa Kurdî li Almanyayê û Samir Kheder Abde derbarê derfetên dijîtal ên ji bo dersa Kurdî axivîn. Piştre jî Fatma Savcî balkişand ser materyalên dersan ên ji bo zimanê Kurdî li Swêdê. Dr. Şehmus Kurt jî encama lêkolîna xwe ya li ser aliyên dîrokî û pratîkî yên pirtûkên hînkirina kurdî li dibistanên Tirkiyê parve kir.
Semozyûm serkeftî bû
Bi giştî, sempozyûm bû sedema pêşvebirina nîqaşên zindî û pevguhertinek hevpar a ramanan. Tevî ku hinek pirsgirêkên teknîkî û derengketin hebûn, lê sempozyûm bi aramî derbas bû û gihişt armancên xwe. Vê Platformê ji bo kesên ji paşxanên cuda atmosferek hêja afirand da ku li ser aliyên rexneyî yên mijara dersên zimanê dayikê û perwerdehiya duzimanî biaxivin, bi taybetî jî li ser zimanê kurdî.
Em di wê baweriyê de ne ku serkeftina sempozyûmê dê rê li ber hevkarî û çalakiyên hevpar ên ji bo xurtkirina perwerdeya zimanê zikmakî û duzimanî li Almanyayê veke. Gotûbêjên têgihîştî û nêrînên hêja dê werin berhev kirin û parve kirin da ku însiyatîvên pêşerojê agahdar bikin û bandorê li pêşkeftinên siyasî di vê qada girîng de bikin.
Em spasiya hevkar, hevpar û piştgirên xwe dikin
Em ji bo hevkariya çêker û teşwîq a bi Komeleya Mamostayên Kurd li Ewropayê û GEW Bremen re spasdar in. Em di wê baweriyê de ne ku gelek girîng e hevkariya me ji bo xebatên pêşerojê jî bidome. Herweha em kêfxweş in bi hevakariya ligel Abdulkadir Ulumaskan, Emin Akbaş û Barbara Schüll ku nûnertiya hevparên me dikin di sempozyûmê de.
Spasiyek taybet ji wergêrên me yên hêja Mizgîn Alpboga û Celîl Kaya re, ku karîn bi Almanî û Kurdî beşdarên sempozyûmê yên pirziman bigihînin hev û ji hevdu fêm bikin.
Di dawiyê de em spasiya piştgiriya darayî ya projeya STaP forwards a Yekmalê dikin a ku ji aliyê “Berliner Partizipations- und Integrationsprogramm”, “House of Resources” û “Demokratie Leben” tê fînansekirin. Bê vê piştgiriyê, ev sempozyûm pêk nedihat.