25 Adar 2024

Cejna Newrozê ya zarok û malbatan li Berlînê bixweşî pêk hat

Cejna Newrozê ya zarok û malbatan li Berlînê bixweşî pêk hat

 

Roja 23ê Adara 2024an li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstr. 57, 10997 Berlin şahiya me ya Cejna Newrozê ya ji bo zarok û malbatan hat lidarxistin.

Rojek bi baran nikarîbû rûyên bi ken û hewaya cejna Newrozê ku ji aliyê baxçeyên me yên zarokan (Kita Pîya) û Navenda Malbatan a Rengînê ya Yekmalê ve hatibû organîzekirin, biguherîne.

Roja Şemiyê baran dibarî, lê dema ku ezmanê navber da baranê, me bi awayek xweber biryar da ku em bernameya xwe li derve pêk bînin. Çalakiyên wekî xêzkirina rûyên zarokan û hunerên destan – ji çêkirina destbendan bigire heya xêzkirina li ser çenteyan di hundurê navendê de pêk hat. Di heman demê de mêvanan rojeke tijî çalakî û kêfxweşî li derveyî avahiyê derbas kirin.

Roja me bi angeboteke Navenda Malbatan dest pê kir. Zarokên ji her temenî, tevî muzîkek xweş û bi hin dêûbavan re, beşdarî lîstikên werzişê yên cûrbicûr bûn. Ya herî balkêş bazdana li ser agir bû, ku ev kevneşpî beşeke girîng a cejna Newrozê ye.
Piştre zarokên Kita Pîya Wedding bi coş stranên xwe yên Newrozê û stranên din pêşkêş kirin. Paşê jî performansek bi heman rengî ji aliyê zarokên Kita Pîya Kreuzbergê ve hat pêşkêşkirin. Zarokan ji bilî stranên xwe yên Newrozê yên amadekirî, herweha koreografiya dansê ya bi kulîlkên xwemalî û bi muzîka zindî ya ji aliyê mamosteyekî fedakar ve, pêşkêş kirin.

Helbet pêxistina agirê Newrozê ku sembola navendî ya Newrozê ye, nayê jibîrkirin. Me bi hev re li dora agirê geş bi muzîka zindî ya Kurdî re govend gerand.

Berî ku baran dawî li çalakiyên me yên li derve bîne, Koma Govendê ya ji Efrînê govendên xweş nîşanî me dan. Herweha malbat bi angebotên cihêreng ên li hundurê Navendê, kêfxweş bûn.

Dêûbavên her du baxçeyên me yên zarokan jî gelek xwarin û vexwarin bi xwe re anîbûn ku di nav wan de vexwarinên teze û wafflên xweş ên ku nû hatibûn pijandin hebûn. Bi taybet mêvanên me yên biçûk jê kêfxweş bûn. Tevî hewaya ne aram jî, Cejna me ya Newrozê ya Zarok û Malbatan a îsal jî bi xweşî, civatîbûn û pirrengiya çandî dagirtî bû.

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR

  • Workşopên Govendê
    27.09.2024
    Workşopên Govendê

    Hûn dixwazin gav, rîtm û rehendên çandî yên govendên Kurdî fêr bibin û bi zarokên xwe re bibin xwedî ezmûnek zengîn û xweş?

  • Workşopên Govendê dest pê kirin
    10.10.2024
    Workşopên Govendê dest pê kirin

    Yekemîn Workşop li ser dîlana Delîlo bû. Beşdar fêrî gav û ritmên dîlanê bûn, herweha derbarê paşxana çandî ya dîlanên Kurdî agahî wergirtin.

  • Kursa Soranî ji bo mezinan
    19.09.2024
    Kursa Soranî ji bo mezinan

    Hûn dixwazin Soranî hîn bibin?wê demê serdana kursa Soranî ya ji bo mezinan bikin ku ji aliyê Akademiya Yekmalê li Berlînê tê birêvebirin. Ev kurs ji bo wan kesane ku dixwazin fêrî axaftin û niv&ic...

  • Dibistana Şemiyê ya Yekmalê
    13.09.2024
    Dibistana Şemiyê ya Yekmalê

    Li Berlînê êdî ji bo zarokan Dibistaneke Şemiyê ya bi zimanê kurdî heye!

  • Workşopa dansê ji bo jinan/dayikan
    13.09.2024
    Workşopa dansê ji bo jinan/dayikan

    Ma hûn dixwazin tenduristiya xwe bi rengek xweşî baştir bikin, êşa laşê xwe bişkînin, stresê rakin û di heman demê de tevgerên nû fêr bibin?

  • Kafêya Dêûbavan
    13.09.2024
    Kafêya Dêûbavan

    Kafêya Dêûbavên cîhek nefermî ya hevdîtinê ye ji bo dêûbavan da ku di dema vexwarina qehwe û çay de li ser mijarên dêûbavtî û torbendiyê bi hev re nîqaş bikin.

  • Serdana me ya ji bo Spore Hausê
    03.09.2024
    Serdana me ya ji bo Spore Hausê

    Di seredanê de, em di nava salona pêşangeha “Asta Avê – Water Bodies” de geriyan ku li ser pirsgirêkên kêmbûna avê li Kurdistanê radiweste. Di vê çarçoveyê de, me rehendên siyasî...

  • Şahiya mezûnbûna projeyeke çandî li Navenda Malbatan a Rengînê ya li Berlînê
    16.07.2024
    Şahiya mezûnbûna projeyeke çandî li Navenda Malbatan a Rengînê ya li Berlînê

    Deh jin ji atolyeya dirûtinê û dozdeh mêr ji “Koma Bavan” li salonên muzexaneyê kom bûn.

  • Koma Bavan bi şînahiyê hêlînên Pîya dixemilînin
    07.06.2024
    Koma Bavan bi şînahiyê hêlînên Pîya dixemilînin

    Di her du rojan de kulîlk, nebat û sebze hatin çandin û pel hatin paqijkirin.