21 Cotmeh 2024 | Tora BEFaNê

Civîna Tora BEFaNê ya pêncemîn hat lidarxistin

Pêncemîn civîna tora BEFaNê ya îsal di 17ê Cotmehê de bi awayê Serhêl hat lidarxistin. Em kêfxweş bûn ku komeleyên nû yên wekî Move global e.V. û Deutsch-Arabischen Schule jî beşdar bûn. Nûnerên GEW LAMID (Komîteya Eyaletê ya ji bo Koçberî, Xebatên Dijî Nijadperestîiyê, Xebatên Dijî Dîskrîmînasyonê û Pirrengiyê) û Tora Berlînê ji bo perwerdekarên bi paşxana Koçberiyê ku girêdayî Rêveberiya Senatê ya ji bo Perwerde, Ciwan û Malbatê ye, beşdar bûn.

Di destpêkê de Kava Spartak komeleya xwe YAAR e.V. da nasîn. Ev komele xebatên Şêwirmendiya Penaberiyê, angebotên perwerdehiyê û bihêzkirinê, herweha kursên Almanî pêşkêşî penaberên ji Efxanistanê dike.

Mijarên din ên rojeva civînê ev bûn:

• Pêşhatên herî dawî yên Tora BEFaNê
• Nirxandina Roja Pisporiyê ya “Parastina Pirrengiyê û pêşvebirina pirzimaniyê bi rêya beşdarî û torbendiya di dibistanê, Zaroxane û Malbatê de”
• Mijarên din

Nirxandina îvênta Roja Pisporiyê erênî bû. Ji xeynî asta bilind a tevlîbûnê, bi taybetî pîşeyîbûna wê hate destnîşankirin. Aliyek din a giring jî rapirsiya Dêûbavan a Pirziman bû, ku bi piştgirîya komeleyên endam di Torê de pêk hat.

Em spasiya hemû beşdarên civînê dikin ji bo vê pevguhertina bi berhem.

Civîna dawî ya îsal dê di 12ê Çileya Pêşîn, demjimêr 17:00 - 19:00 bi awayek rûbirû li komeleya Yekmalê tê lidarxistin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR