Rêvebera Giştî ya Yekmalê, Günay Darici û rêvebera ciwanan li encûmena Neuköllnê, Sarah Nagel
Roja 18ê Cotmeha 2024an komeleya me Yekmal merasîma vekirina her du projeyên nû yên li Neuköllnê: „Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê” û projeya ji bo hêzdarkirin û beşdariyê “Em bi hev re xurt in” li dar xist. Şahî li "Boddin-Box" a li Boddinplatz a dilê navçeya Neuköllnê pêk hat. Ev der cihekî zindî ye, niha projeyên me yên nû nîşaneyek in ji bo hevgirtin, piştgiriya kesên mexdûr.
Ji ber vê gelek mêvan di vê roja taybet de hatin ba hev û bi hev re destpêkirina vê pêngavê pîroz kirin. Di nav mêvanên me de, piştgirên projeyan, nûnerên rêxistin û torên civakî, hevkarên dilsoz, malbatên ji taxê û herweha zarok û ciwan hebûn. Beşdariya wan nîşaneya eleqedarbûna wan e ji bo xebatên pêşîlêgirtina Tundiyê û têkoşîna li dijî Dîskrîmînasyonê li navçeya Neuköllnê.
Sarah Nagel, rêvebera ciwanan li encûmena navçeya Neuköllnê, di axaftina xwe de behsa giringiya Xala Têkiliyê kir ji bo civaka navçeyê. Got: „Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Dîskrîmînasyonê” û “Em bi hev re xurt in” dê xizmetguzariyên piştgiriyê pêşkêşî zarok, ciwan û malbatên Neuköllnê bikin. Ew di rewşên dijwar de alîkariyê pêşkêş dikin û cihek ji bo danûstandin û hevkariyê ava dikin.
Herweha birêz Sarah Nagel nebatek wek diyariya vekirina projeyan pêşkêşî rêveberê projeyê Merîh Ergün û rêvebera giştî ya Yekmalê Günay Darici kir. Ev diyarî nîşaneya soza destpêkek nû ya projeyê ye li Neuköllnê.
Rêveberê me yê projeyê Merih Ergün jî di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya torbendiyê û got: “Armancek bingehîn, avakirina toreke pispor e ji bo xebatkarên piralî û rêxistinên civakî. Em bi hev re dixwazin stratejiyên bi bandor pêş bixin da ku em pêşî li Dîskrîmînasyonê bigirin û qadên ewletir ava bikin."
Piştre rêveberiya Yekmalê spasiya hemû hevpar û piştgiran kir, bi taybetî Komîsyona Eyaleta Berlînê ya li dijî Tundiyê, rêvebera ciwanan li encûmena navçeya Neuköllnê Sarah Nagel, Saziya Ciwanan û Michael Thoma û Michael Band. Herweha tîma Yekmalê ya ji bo projeyên nû ku ji Sonja Galler, Newroz Karadaş û Carlotta Pietrafesa pêk tên, hatin danasîn û spasiya hewldanên wan hat kirin.
Şahî bi xwarina li bufeya ku hatibû amadekirin, bi dawî hat. Di vê hevdîtinê de li ser pêşeroja projeyan û îmkanên hevkariyê gotûbêjên bi coş hatin kirin û ji bo zêdetir bihêzkirina danûstandina pîşeyî li navçeyê, têkiliyên nû hatin çêkirin.
Yekmal bi van destpêşxeriyên nû nîşaneyek zelal ji bo cihêrengî, derfetên wekhev û parastina ji Tundî û Dîskrîmînasyonê nîşan dide – Ev gavek din e ber bi civakek hevgirtî, demokratîk û bihêz.