Di çarçoveya hilbijartina Encûmena Şêwirmendiya Mainzê ya ji bo Koçberî û Întegrasyonê de, Koma Xebatê ya AGARP li eyaleta Rheinland-Pfalzê ku sîwana hemû Encûmenên Şêwirmendiya Koçberî û Întegrasyonê ye, roja 5ê Cotmeha 2024an li Mala Çandan îvênteke hilbijartinê organîze kir.
Mala Çandan saziyeke li ser asta eyaletê û ji aliyê Rêxistina Alîkariyê ya Malteser ve tê rêve kirin. Ev mal bi awayekî vekirî piştgiriya hemû çand û zimanan dike.
Komele û lîsteyên ku li seranserê eyaletê xwe berbijêr kirine, di vê çalakiya hilbijartinê de hatin cem hev da ku xwe bidin nasîn û danûstandineke hevpar li ser hilbijartinên 10'ê Mijdarê bikin.
Nûnera lîsteya me ya bi navê HEBÛN-Yekmal e.V. ku beşdar bû, daxwaza hevpeyvîna vekirî ya AGARP'ê qebûl kir. Rêvebera Yekmalê ya eyaleta Rheinland-Pfalzê Nihal Bayram wek nûner û berdevka lîsteyê axivî û bersiv da pirsan.
Bi çepik û teşwîqên pir mezin lîsteya me rastî pêşwaziyek gerim hat û niha em li benda hilbijartina 10ê Mijdarê ne. Em hêvîdar in û li benda piştgiriya her kesî ne da ku nûnertiya Yekmalê di Encûmena Şêwirmendiya Mainzê ya ji bo Koçberî û Întegrasyonê de hebe.
Em ji hemû niştecihên Mainzê daxwazin ku heta 10ê Mijdarê bi rêya posteyê dengê xwe bidin, mafê xwe yê biryardanê bikar bînin û Encûmenek çêker û berhemdar hilbijêrin.